Main Registration

Login

Welcome Guest | RSSThursday, 2024-03-28, 3:10 PM
[ New messages · Members · Forum rules · Search · RSS ]
  • Page 1 of 1
  • 1
Forum » Pékenok---Fikralar » Fikralar » "Wezîr ajberiyan nizane!"
"Wezîr ajberiyan nizane!"
volongotoDate: Tuesday, 2011-09-27, 10:08 PM | Message # 1
Major general
Group: Administrators
Messages: 457
Reputation: 0
Status: Offline
"Wezîr ajberiyan nizane!"
Wezîr, xwe bi rojnamevanan qet nedabû hezkirin. Çi dikir nedibû, çapamenî her roj bi wî re mijûl dibû. Wezîr fikirî, tiştek wusa bike, ku rojnamevan mat bimînin.Dû wûsa îlan kir:
-Roja înê, di seet 10'an de wê wezîr li ser deryayê bi rê ve here.
Siba înê hemû rojnamevan li ber deryayê civiyan. Wezîr hat û tevî gapolê xwe yê destê xwe, li ser deryayê dest bi revînê kir. Hemûyan bi çavên bi tirs û matmayî lê temaşe dikirin.
Roja dinê di hemû rojnameyan de ev sernivîs hebû:
"Wezîr ajberiyan nizane!"

Tama wî pir xweş bû
Ciwanek jî diya xwe re tûtiyek distîne. Ji ber ku karê wî hebû, vê tûtiyê bi hevalê xwe re ji diya xwe re dişîne memleketê xwe. Tûtî zaf baş e û bi sê zimanan zane. Pişt re ciwan ji diya xwe re têlefon dike jê dipirse:
- Diya min, te tûtiyê xwe eciband?
- Erê lawo, spas dikim. Tama wî pir xweş bû.

Waliyê baş
Mirovek ji bajarek re walî tê tayînkirin. Vê peywirê digre ser xwe û diçe bajêr. Ji bo gel û der û dora bajar nas bike, hinekî digere. Di vê gerê de li navçeyekê, ji mirovek dipirse:
- Heta niha sûda kîjan waliyên vî bajarî gihiştiye we?
Mirov bersiv dide:
- Waliyê du berya we pir baş bû:
- Baş e. Sûdek wî ya çawa gihiştibû we?
- Hê negihiştibû vê navçeyê, di rê de wefat kir.
 
Forum » Pékenok---Fikralar » Fikralar » "Wezîr ajberiyan nizane!"
  • Page 1 of 1
  • 1
Search:

Copyright MyCorp © 2024