Main Registration

Login

Welcome Guest | RSSWednesday, 2024-04-24, 11:18 PM
[ New messages · Members · Forum rules · Search · RSS ]
  • Page 1 of 1
  • 1
Forum » Pékenok---Fikralar » Fikralar » Xewa li malê
Xewa li malê
volongotoDate: Tuesday, 2011-09-27, 10:08 PM | Message # 1
Major general
Group: Administrators
Messages: 457
Reputation: 0
Status: Offline
Xewa li malê
Memûr ew roj jî ji kar re dereng mabû. Dema ji cem mudir derbas bû, êdî nikaribû xwe veşarta.
Got: "Bibexşînin. Ez di xew da mam". Mudir awayek sosret pirsî:
- “Halla hallaaa. Ma tu li mal jî radikevî?”

Pirsa dudiyan
Pirsa Diduyan Nayê Pirsîn
Mamoste ji xwendekaran re got:
-Ezê ji we pirsek bipirsim. Kî pirsa yekem bizanibe, ezê pirsa diduyan jê nepirsim.

Dû re berê xwe da Yekbûn û jê pirsî:
- Yekbûn, ka ji min re bêje; 'çend pûrtikên elok hene?'

Yekbûn fikirî û go:
- 9567 heb pûrtikên elok hene.

Mamoste şaş ma û pirsî:
-Tu viya ji ku dizanî?

Yekbûn:
-Mamoste, ka kê pirsa yekem bizaniba, we pirsa diduyan jê nedipirsî?!...

Silavên Pêxemberan
Bawer dikeve azmûnan û diçe welat. Beriya neçûye, ji hevalê xwe Ronî re dibêje:

- Gava encama azmûnan diyar bû, telefonê mala me bike. Ger zeyîfek min hebe, bêje silava Îsa ji te re heye. Eger du zeyîfên min hebin, bêje silavên Îsa û Mûsa ji te re hene. Eger sê zeyîfên min hebin, bêje silavên Îsa, Mûsa û Mihemed ji te re hene.

Heftiyek paşê Ronî ji Bawer re têlefon dike, dibêje:

- Bawer ez pir xemgîn im, ku silavên hemû pêxemberên Xwedê ji te re hene.

Berçavk
Bijîşk ji nexweşê xwe yê dîn dipirse:
-Ez guhekî te jêkim, wê çi bibe?
Nexweşê dîn difikire, bersivê dide:
-Wê laşê min biêşe.
Bijîşk dîsa dipirse:
-Lê ez herdu guhên te jêkim wê çi dibe?

Dîn:
-Ezê kor bibim.
-Çima?
-Ma çimaya wî heye? Tu herdu guhên min jêkî, ezê berçavkê xwe têxim ku derê?..

Cehê mirîşkan
Mirovekî dîn xwe wek cehê mirîşkan zanîbûye û dibêje, wê mirîşk min bixwin. Diçê ba bijîşk. Demek dirêj li ba bijîşk dimîne û tê tedawîkirin. Çend meh paşê, bijîşk wî gazî oda xwe dike. Dibê eger baş bûye, ezê wî bişînim malê. Yê dîn tê ba bijîşk. Bijîş jê dipirse:
- Edî dizanî ku tu cehê mirîşkan nin î, ne wusa?

Yê dîn bersiva bijîşk dide:
-Erê bijîşk beg, ez êdî baqil bûme. Dizanim ez cehê mirîşkan nîn im. Lê ez tiştek meraq dikim, 'gelo mirîşk jî dizanin ku ez ceh nînim?'.

Nenas nîne
Mamoste li wêne yên ku Bawer çêkiribûn nihêrî û wusa go:
-Bawer ez dibêm, di çêkirina van wêneyan de pêçiya yekê nenas heye.
Bawer:
-Na mamoste, diya min nenas nine.

Cezayê kurt û yê dirêj
Mamoste ceza dide du xwendekarên xwe. Cezayên wan her yekî 50 car navê xwe nivîsandin e.
Ji xwendekaran yek ji vî biryarê re îtîraz dike û dibê ev neheqî ye.
Mamostê wî :
-Çima neheqî ye?
-Navê hevalê min Elî ye lê yê min Ebdurrehman e.
 
Forum » Pékenok---Fikralar » Fikralar » Xewa li malê
  • Page 1 of 1
  • 1
Search:

Copyright MyCorp © 2024