Main Registration

Login

Welcome Guest | RSSWednesday, 2024-04-24, 11:11 AM
[ New messages · Members · Forum rules · Search · RSS ]
  • Page 1 of 1
  • 1
Forum » Pékenok---Fikralar » Fikralar » Têlefon
Têlefon
volongotoDate: Tuesday, 2011-09-27, 10:07 PM | Message # 1
Major general
Group: Administrators
Messages: 457
Reputation: 0
Status: Offline
Têlefon
Zilamekî ku her du guhên wî şewitîbûn, bi ambûlansê gihandin ser doxtor.
Doxtor bala xwe dayê ku her du guhên wî şewitîne û peritîne. Li ser vê yekê doxtor ji nexweş pirsî:
- Çi bû ji guhên te, te çi kir?
Zilam got:
- Welleh doxtor beg, min pantorê xwe utî dikir, ji nişka ve telefonê lêxist. Heta ku ez telefonê bidim ber guhê xwe, min ûtî da ber guhê xwe.
Doxtor dîsa pirsî:
- Xwedê ji te razî, erê min vî guhê te fam kir lê çi bû ji guhê te yê din?
-Doxtor beg ma qey min bang li ambûlansê jî nekira?

Hatiye Qewirandin
Hêj deh roj bû ku birê wî hatibû dinyayê. Lê Azad ji ber dengê girîna wî aciz bibû.
Ji dê û bavê xwe re wusa got:
-Ê we got ji bihiştê hatîye, ev e?
Gotin ku:
-Erê ev e.
-Dîyar dibe ku ji bo çi wî ji wir qewirandine.

OX...
Memûrekî hêj nû dest bi kar kiribû. Lê ne kursiyek wî hebû, ne jî masa wî.
Bihêrs dest avêt telefonê û hema numereyek bada. Ê hember ku bersiv da, vî mirovî devê xwe vekir û çavê xwe girt. Gellek gotinên giran ji mirovê hember re got. Mirovê hember jî hêrs bû jê re got:
-Tu zanî niha bi kê ra diaxivî, yan na?
-Memûr got:
-Na, tu kî yî?
-Ez mudirê vira me.
Îcar memûr pirsî, got:
-Tû zanî ez kî me, yan na?
Mudir got:
-Na, ez nizanim.
Memûr bêhneke rihet girt û got:
-Ox! Elhemdulîllah, spas ji Xwedê ra...

Nediye
Şofêr nîşana ku tê wateya "nayê derbasbûn" dît, lê dîsa derbas bû.
Polês pêşiya wî girt û jê pirsî:
- Ma te va lewha hep û hazir nedît?
Şofêr got:
- Belê, min lewhê dît, lê min te nedît!

Ger here dojehê
Diya wî ji bo ku Ehmed diçû leşgeriyê, pir digiriya. Elî jê pirsî:
-Tu ji bona çi digrî? Ger ew heta dawiyê bimîne, mesele tune. Ger ew here eniyê, du îhtîmal hene. An ewê birîndar be, an jî ewê nebe. Birîndar bibe; an ewê baş bibe, an jî ewê baş nebe. Baş bibe baş e; wê carek din wî di pêş da neşînin şer. Ger ew bimire an wê here bihiştê an jî here dojehê. Ger here bihiştê, baş e. Ger here dojehê, ji bo zarokek wûsa, girîn hewce nake.
 
Forum » Pékenok---Fikralar » Fikralar » Têlefon
  • Page 1 of 1
  • 1
Search:

Copyright MyCorp © 2024