Main Registration

Login

Welcome Guest | RSSThursday, 2024-04-18, 2:27 AM
[ New messages · Members · Forum rules · Search · RSS ]
  • Page 1 of 1
  • 1
Forum » Pékenok---Fikralar » Fikralar » Mela û Brokrat
Mela û Brokrat
volongotoDate: Tuesday, 2011-09-27, 10:04 PM | Message # 1
Major general
Group: Administrators
Messages: 457
Reputation: 0
Status: Offline
Mela û Brokrat
Di sala 1992 an de ji Serhedê melayekî Kurd diçe paytextê tirkan Enqerê.
Diçe ku bi kurdek birokrat re hevdîtinê çêke.
Beriya ku birêkeve ew kurdê birokrat ji mela re têl dike û dibêje;

-Seydayê heja, ji kerema xwe re ku tu hatî Enqerê ji min re du devo penîr, du post toraq û deh kilo çortan bixwe re bîne!..

Mela dibêje:
-Baş e keko, ser çavan! Ka ez lê bigerim ku bibînim, ezê ji te re bînim.

Dema mela diçe Enqerê û bi wî dostê xwe re hevdîtinê dike, kurdê birokrat dipirse:
-Ka te ji min re çi anî?

Mela dibêje:
-Bira li qisûra min nenihêre, welleh ez li hemî ciya geriyam; partiyên kurda gundê xwe vala kiribûn û hemu şivan, gavan û bêrivanên me bûbûn siyasetmedar, jiber vê yekê kesên ku penîr, toraq û çortan çêbikirina nemabûn, loma min neanî.
 
Forum » Pékenok---Fikralar » Fikralar » Mela û Brokrat
  • Page 1 of 1
  • 1
Search:

Copyright MyCorp © 2024