Main Registration

Login

Welcome Guest | RSSThursday, 2024-04-25, 7:03 AM
[ New messages · Members · Forum rules · Search · RSS ]
  • Page 1 of 1
  • 1
Forum » Pékenok---Fikralar » Fikralar » Du Heval
Du Heval
volongotoDate: Tuesday, 2011-09-27, 10:00 PM | Message # 1
Major general
Group: Administrators
Messages: 457
Reputation: 0
Status: Offline

Du Heval

Du heval bi hev re dipeyivîn. Her du jî pir xizan in. Yek ji yê din dipirse:
- Du çêlekên te hebûna, teyê yek bida min?
- Erê!
Du xaniyên te hebûna, teyê yek bida min?
- Erê!
Du dîkên te hebûna, teyê yek bida min?
- Na!
- Çima?
- Du dîkên min hene, ji bo wî...

Karne

Dibistan tatîl bûbûn û hemû zarokan karneyên xwe girtibûn. Lezgînê piçûk çawa ket hundur, diya wî jê pirsî:
- Ka karneya te?
- Min bi emanetî da hevalekî xwe. Ewê bi karneya min bavê xwe bitirsîne.



DEST NEDE TIRÎYAN...

Amerîkayiyek li ser dikana mêwefiroş zebeşekî digire û nîşanî mêwefiroş dide û dibêje:
- Ma sêvên we yên herî mezin ev in?
Mêwefiroş jî dibêje:
- Ji kerema xwe re destê xwe pir nede tiriyan, wê bihelisin!


Mela û Bîrokrat

Di salê 1990î de ji Serhedê melayekî Kurd diçe paytextê tirkan Enqerê.
Diçe ku bi kurdek birokrat re hevdîtinê çêke.
Beriya ku birêkeve ew kurdê birokrat ji mela re têl dike û dibêje;

-Seydayê heja, ji kerema xwe re ku tu hatî Enqerê ji min re du devo penîr, du post toraq û deh kilo çortan bixwe re bîne!..

Mela dibêje:
-Baş e keko, ser çavan! Ka ez lê bigerim ku bibînim, ezê ji te re bînim.

Dema mela diçe Enqerê û bi wî dostê xwe re hevdîtinê dike, kurdê birokrat dipirse:
-Ka te ji min re çi anî?

Mela dibêje:
-Bira li qisûra min nenihêre, welleh ez li hemî ciya geriyam; partiyên kurda gundê xwe vala kiribûn û hemu şivan, gavan û bêrivanên me bûbûn siyasetmedar, jiber vê yekê kesên ku penîr, toraq û çortan çêbikirina nemabûn, loma min neanî.



BILA ÇAR PERÇE BE!

Pîzzakar:
-Ez pîzzaya te bikim çar perçe an heşt perçe?
-Heşt perçe pir e, ez nikarim bixwim, bila çar perçe be!

Nan

Diya Moro dixwaze xwarinê bi Moro bide xwarin.
"Bixwe lawê min, nanê xwe bixwe!"
- "Ez nan naxwim, bîzê min naçe nan!"
- "Divê tu nan bixwî ku mezin û bihêz bibî"
- "Çima, divê ez mezin û bihêz bibim?"
-"Ji bo ku tu bikaribî nanê xwe qezenc bikî, kurê min!"
- "Tu jî dibînî, ez ji nan hez nakim!"

Kêfoyê Dilşewat

Kêfo ji bavê xwe dipirse:
- Bavo, ma ez çawa hatime dinyayê?
- Dema bişev ez û diya te çûn nivînên xwe, me li derdora nivînan curbecur şekir û çîkolate danîn. Em sibê rabûn, tu hatibû.
Ev yek pir bala Kêfo dikişîne. Kêfo jî tîne, li dora nivînên xwe şekir û çîkolateyan datîne û ji xwe re
radikeve. Kêfo serê sibê şiyar dibe ku çi bibîne...
Li derodora nivînên Kêfo gêre û kêzikên din kom bûne. Destê xwe bilind dike ku wan bikuje, lê belê
destê wî li hewayê dimîne.
Kêfo dibêje:
- Hûn dia(dua=diroz) bikin, ku ez bavê we me. Ma ez çawa van zarokên xwe bikujim? Dilê bavê ranagire…
 
Forum » Pékenok---Fikralar » Fikralar » Du Heval
  • Page 1 of 1
  • 1
Search:

Copyright MyCorp © 2024