Main Registration

Login

Welcome Guest | RSSTuesday, 2024-04-23, 1:30 PM
[ New messages · Members · Forum rules · Search · RSS ]
  • Page 1 of 1
  • 1
Forum » Pékenok---Fikralar » Fikralar » Huseynê Cinatî.
Huseynê Cinatî.
volongotoDate: Saturday, 2011-08-27, 8:06 PM | Message # 1
Major general
Group: Administrators
Messages: 457
Reputation: 0
Status: Offline
Huseynê Cinatî...

Huseynê Cinatî ji Stenbolê sivarê otobosê dibe û gava ku dikeve hûndirê otobosê hema liser kûrsîyekî de rûdinê. Piştî demekê xwedyê kûrsîyê tê û dibêje:

-Bibore ew der cîyê min e, tu dikarî rabî herî li cîyekî din rûnê.

Huseynê cinatî:

- Na welleh nikarim.

xwedyê kûrsîyê dike nake nikare huseyn ji cîyê xwe rake. Diçe ji hostes re dibêje û alîkarî dixwaze. Hostes tê dibêje:

-Biborin em naxwazin we aciz bikin lê ew cî ne ya we ye, divê hûn ji wir rabin, ji ber ku xwedyê cî perê wir daye, ew cî cîyê wî ye.

Huseyn dibêje:

-De here lê welleh ez ji wir ranebûm û hew.

Hostês ji dinêre ku Huseynê serhişk ranabe û tû cara nabîne, dice ji kaptanê otobosê re mesela Huseyn dibêje. Kaptanê otobosê tê û li guhê Huseynre tiştekî dibêje. Husey hema cîde radibe û cîyê zilam jêre dixêle û diçe li dawîyê otobosêde rûdine. Yên ku di nava otobosêde rûniştine hemû jî mereq dikin ku ka kaptanê otobosê di guhê Huseynde çi gotîye.

Hema yekî xwe nagre û ji kaptan dipirse:

-Kaptan we çi got ku ew gundîyê serhişk hema bi yek carî ji cîyê xwe rabû çû li dawîyê de rûnişt?

Kaptan dikene û dibêje:

-Min jêre got ku ew der naçe Cinata, kûrsîyê ku diçe Cinata li dawîyê otobosê ye.
 
Forum » Pékenok---Fikralar » Fikralar » Huseynê Cinatî.
  • Page 1 of 1
  • 1
Search:

Copyright MyCorp © 2024