Main Registration

Login

Welcome Guest | RSSMonday, 2017-10-23, 11:17 PM
[ New messages · Members · Forum rules · Search · RSS ]
Page 1 of 11
Forum » iç Anadolu Kürdleri » Konya Ankara Kürdleri » mirin
mirin
volongotoDate: Sunday, 2011-02-27, 5:50 PM | Message # 1
Major general
Group: Administrators
Messages: 457
Reputation: 0
Status: Offline
Nesrîn Bayram
nesrinberfinbayram@hotmail.com
Mirin
23 Sibat 2011 Çarşem Saat 00:44

Mala Xelîl ku li gundekî navçeya Kulu ya bajarê Konyayê bû, digel dayik û birayên xwe, jiyanek pir xweş diborandin.

Sê keçên delal û kurekî xwînşirîn ên Xelîl hebûn.

Her wiha, xûşkek wî ya binîşanî û birayekî wî yê bi navê Kemal ku bidestgirtî bû, li gel Xelîl jiyan dikirin.

Destpêka salên 80î de, Xelîl pir giran nexweş dikeve. gelekî dibin diktor û emeliyat dikin, lê tu çare jê re nayê dîtin û rewşa wî qet baş nabe. Rewşa Xelîl, roj bi roj xerabtir dibe û goştê canê wî hildiwere.

Xelîl, piştî ewqas derzî-derman, êdî nikare berxwe bide û di nav êş û eleman de, di rojekî payîzê de, di nexweşxaneya dewletê de çavê xwe li dinê digire.

Xebera mirina Xelîl, zû digihêje gund. Termê wî, bi şîn û giriyan tê pêşwazîkirin.

Êşekî pir giran ketibû dilê Hatîcê. Hevjîna Xelîl, zarokên wî, êdî li hember vê êşê nikarîbûn ser piyan rawestin.

Roja termê Xelîl tê gund, wê rojê jî tê veşartin.

Wê demê, dema yek dimir, 40 roj reş girêdidan.

Ji aliyekî ve hevjîna Xelîl, zarok û birayên wî di nav şîna wî de ne, ji aliyê din jî, gundiyan dest bi nivîsandina senaryoyan kirin ku gelo dê ji vir û şûn de çi bibe.

Piştî demekî, zext li malbatê kirin, “Dê rewşa bûk û neviyên te çawa bibe, bûka xwe nede xelkê biyanî, neviyên xwe nehêle sêwî” û htd...

Hatîce êdê ji destê tiştên ku tên gotin, bêzar bûye. Mezinên malbaê, cîran û xizmên wan, zextê li wan dikin û dibêjin bila jina Xelîl bidin Kemal.

Hatîce jî, nizane çi bêje, maye bêçare, Kemal jî binîşanî ye.

Dê çawa Kemal ji nîşaniya wî veqetîne? Dê çawa ev yek kiriba? Lê bêçare bû, hemû xizm û cîranan malbat ji bo vê yekê tengav kiribûn.

Kemalê belengaz jî ku xeyal dikir dê havînê dawetê bike, ji nîşaniya xwe Sultanê vediqete û bi jina kekê xwe re dizewice.

Kemal, bi salan vê yekê qebûl nake û biryar dide here derveyî welêt.

Kemal wek karker diçe Awusturyayê, piştî ku hemû xwestekên Kemal tên qebûlkirin, salek ser re derbas dibe, dayika xwe û mala birê xwe jî tîne gel xwe û hemû li bajarê Viyana bicih dibin.

Zarok dest bi xwendinê dikin. Jina Kemal, yanê jina berê ya birê wî jî, bo fêrbûna ziman diçe kursa ziman, dayika wî li mal da dimîne û digel cîranan wextê

Attachments: 0886626.png(39Kb)
 
volongotoDate: Sunday, 2011-02-27, 5:51 PM | Message # 2
Major general
Group: Administrators
Messages: 457
Reputation: 0
Status: Offline
xwe diborîne.

Meta Hatîce, piştî demek kurt, gelek kesan nas dike û bi wan re dibe heval.

Êdî, meta Hatîce, ji aliyê cîranan ve tê hezkirin, diçe alîkariya cîranan û bûye meta hemû taxa xwe.

Meta Hatîce, bi gencan re genc, bi pîr û kalan re pîr bû, êdî ew dilê wê yê mezin ku hertim guhdariya derdên cîranan dikir, westiya bû, ew bi her kesê ku bigiriya re digiriya.

Sal û zeman wisa hatin û borîn.

Rojekî biharê, dîsa Hatîce wek her roj, taştêya zarokan amade dike.

Zarok taştê dixwen, ew jî li ser kursiyê rûdinê.

Kemal, dibêjê, “Dayê, rengê te miçiqiye, tu ne nexweşî?”. Ew jî, dibêje “Na lawo, ez tenê hinekî westiya me.”

Lê belê, Kemal difikire ku dayika wî qet baş nîne.

Kemal, li mal derdikeve û diçe ser kar, lê fikirê wî li gel dayika wî ye. Tiştek diniqute dilê wî, ji patronê xwe destûrê digire û vedigere malê.

Li dêrî dide, kes derî venake.

Dibêje qey dayika wî çûye mala cîranan, li cîrana jî dipirse, lê cîranan jî, qet wê rojê Hatîce nedîditine.

Ji ber ku li gel Kemal kilîta zêde nebû, neçar dimîne derî dişkêne. Bi tirsekî mezin dikeve hundir û dua dike “Xwdê, dayika sax be”.

Kemal deriyê odê dişkên, dibîne pencera salonê vekiriye û ba li perdeyan dide, gazî dike “dayê!”, lê tu deng tune.

Dibeze aliyê odê, dibîne dayika wî li ser kenepê dirêj bûye. Sicadeya nimêjê li erdê ye, nimêja xwe kiriye, tesbîhê xwe jî daniye ser sicadê û qiraxê sicadê jî qet kiriye.

Kemal, dîsa gazî dike “Dayê!”, deng ji Hatîcê nayê, laşê bêgiyan ê dayika xwe hildigire û bi dilekî şewat ser de digirî. Desmala wê ya zer û spî jî li serê wê bû, te digot qey Hatîce diçe dawetê û xwe xemilandiye, ne mirinê.

Kemal li hevjîna xwe digere û jê re dibêje were malê. Ew jî tê malê û li hember dîmena ku dibîne, nikare xwe bigire û dirêjî erdê dibe û li ser hişê xwe diçe. Cîran dema dengê Kemal dibihîzin, tên hewariya wî. Êş û bêçaretiyê her der vegirtibû.

Yek ji cîranan dipirse, “karta we ya fona termê li ku ye”. Kemal, lê dinêre û dibêje, “fona me ya termê nîne”

Ew cîran ji Kemal re dibêje, “Hûn dê niha çi bikin, heke fona we ya term nebe, hûn nikarin termê dayika xwe bişînin Tirkiyeyê, yan jî hûn dê li vir veşêrin.”

Kemal, bi awayekî bêçare, destê xwe dide ber hev û

 
volongotoDate: Sunday, 2011-02-27, 5:51 PM | Message # 3
Major general
Group: Administrators
Messages: 457
Reputation: 0
Status: Offline
difikire.

Wî nikarîbû dayika xwe li wir veşatiba, ji ber ku dayika wî gotibû dema ez mirim, min li gel Xelîlê kurê min veşêrin.

Kemal nizanîbû çi bike, kûr kûr difikirî, li ber piyê dayika xwe rûniştibû digiriya.

Ji ber ku fona wan ya term nebû, Kemal newêrîbû serî li tu saziyekê bide û nedixwest serî li polîs yan nexweşxaneyê jî bide, tirsa wî ew bû ku wesiyetê dayika wî neyê cih.

Cîran jî, dihatin sersaxiyê û li ber dilê Kemal û malbat wî de dihatin. Ji ber ku meta Hatîce, pir dihat hezkirin, gelek kes hatibûn sersaxiya wê.

Yek ji mêvanan, riyekê ku nayê hişê mirov dide pêşiya Kemal. Ji wî re dibêje, “Jixwe dayika te xwe bo rêwîtiyê amade kiriye, lê binêr kincê xwe jî li ber xwe kiriye, heke bi ya min bikî, tu dê dayika xwe daynî dawiya maşînê û ji wan re bêjî dayika min razaye, wiha tu dê bikaribî dayika xwe bibî welêt!”

.

Kemal, vê yekê ecêb dibîne, paşê dema dibîne tu çareyek din nîne, nîvê şevê radibe, jina xwe û hevalekî xwe û dayika xwe dixe maşînê û piştî 30 saetan digihêje gundê xwe.

Di rê de, di dema kontrolê de, ji wan re dibêje dayika min razaye û wisa derbas dibe.

Kemal, ku rêwîtiya herî dirêj û herî biêş û zehmet ya jiyana xwe derbas dibke, piştî ku termê dayika xwe li gund vedişêre, wî radikin nexweşxanê.

Ev bûyera ku min vegot, hemû rast e, min tenê ji ber hurmetê, navên kesan guhert.

Wergirtina fona term, birastî jî girîng e. Lê ligel vê, birina termekê bo welêt gelekî bizehmet e.

Bi hêviya ku her kes li ser xaka ku jê hez dike bimire....---avastakurd.net-alinti

 
Forum » iç Anadolu Kürdleri » Konya Ankara Kürdleri » mirin
Page 1 of 11
Search:

Copyright MyCorp © 2017