Main Registration

Login

Welcome Guest | RSSThursday, 2024-04-25, 5:06 AM
Menu du site

Tag Board

Our poll
sitenin orani nasil
Total of answers: 14

Statistics

Total online: 1
Guests: 1
Users: 0

Blog
Main » 2011 » February » 23 » Strana xerabo
9:22 PM
Strana xerabo


Di wêjeya kurdî ya devkî de, li ser serpêhatiyên civaka kurd gelek çîrok, zargotin, destan, helbest û stran hatine hûnandin. Mirov dikare di wê neynikê re gelek aliyên tarî yên civaka kurd bibîne û binase û weke kevnetor destnîşan bike. Yek ji wan kevnetoran jî, strana gelêrî  Xerabo ye. Stran  ji devê jinek  evîndar hatiye gotin. Evîndarê wê, pêre xayîn derketiye û bi yeka din re zewiciye.


Ev jin bang li  wî dike û  navê wî nabêje, jêre dibêje Xerabo! Û dest bi gaziya xwe dike… Ez gelekî  di bin bandora vê stranê de mam ku bi  kurmanciyeke zelal û ronahî ye û mirov dibe  jiyana  civaka me ya tije bi kul û keser. Min xwest ez  vê   kilamê  û kesera vê jinê ku dilê wê li ser evîndarê wê digrî, bi we xwendevanan re parve bikim. Fermo em bi hev re bixwînin, bi kurmanciya xwe ya kevnare, zelal û delal

Xerabo
 
Xerabo Xerabo weleh û bileh tu xerabî
Tu bi galigalê, bi gotinê çênabî
Malê te pire, ji canê tere edabo
Qama te kine hemberî teximê memikê min nabo!
Şevî kanûna dirêjin, tu ji ber serê min ranabo!
Belkî debara te dibe, ebûra min di mala bavê min de nabo!
 
Xerabo,  weleh tu xerabî
Tu ê ji dinyayê ji alemê xerabtirî
Tu ji koma pismamê min çêtirî
Serê memikê min, rebena xwedê, mîna,
tiriyê, Çêlîkê Eliyê Remo, di çax û benga xwede dikemilî
Serê memikê min rebena xwedê, mîna,
Qesrê Pirota, serê mehela meşkîna avakirî.
 
Xerabo dîno, havîne xweş havîne
Nanê cehîne û dewê tirşîne
Serax û binraxa min û xelkê delal, ebakî şalîne.
 
Heçî derdê dila ne dîbe, bila nebîne
Tu rabe, ji minre gwîzanekî berbera bîne
Ezê serê memikê xwe biçipilînim
Ji kala re bikim taştê,
Ji xorta re bikim firavîne
Bazê dilê min rojîka rojiya sê meha digire
Bila êvarê pê fitara xwe bişkênîne
 
Xerabo xerabê dinê, te mîka xwe daye bi bizînê
Te gula xwe daye bi sosinê
Te berê  xwe daye qetlê û sê payê zinê
Ez  û xerabê bi tenê þevênivê şeva li zikaka,
Biniya mala, li hev rûniştin
Me gilîkê xwe pev kirin û gazinîkê xwe dihiştin
Kundê şkêra, wawîkê ber devê çema
li halê min û bejna zirav diponiştin
 
Mirikê gorê di mezela, ê go îsal hezar û pencsedsal mirî bûn
Kefenê xwe li cemcûmê serê xwe  gerandin,
Li ser qebrê xwe rûniştin
Li halê min û bejna zirav diponiştin
 
Ez bi tere dost bûm, tu bi minre dijmin bûyî
Tu li paş xanîka li min dikelistî
Te derbek bi tifingê berda min, ez dikuştim.
Şevê nivê şeva, te bi destê tola jina xwe girt
Û ez li ber dîwara dihiştim
 
Xerabo dîno, min bihîstî tu zewicî
Te ji xwere yek dî xwestî
Heke ji min çêtir be
Bila li te helal be, li wî canî
Yana ez tu nifira li te nakim, tu dûrîdestî
Xwedê teala bike, rebî goştê canê te bihile
Li hewa bimîne komek hestî
Tu kwîr bibî têkevî ber vî destî
 
Xerabo dîno tu zewicî, te yek anî
Heger ji min çêtir be,
Bila li te helal be li wî canî
Yana  xwedê teala bike rebî,
Li canê te keve derdek tu nebînî tu dermanî
Ezê serê sibehê rabim bi destê te bigirim
Te bikşînim  wî cebanî
 
Xerabo,  xerabo! xwedê teala bike,
Heçî ji xerabê min re bêje, tu xerabo
Bila qarîn û warîna zarokê nêr,
Tu carê di mala wan de nabo!
 
Bila sed olçek  genimê sor
Li binê beriya Mêrdînê  biçîne
Li şûnê, bila qerezîwana reş rabo!
Ê mayî bila kuliyê par û pêrar lê rabo!
Bila salekê, binê ser bênderê,
Gêrê bike û bidêre, ew jî jêre bi ka bo!
Kulmek zad ê, ji wanre safî nabo!!
 
Heçî ji xerabê min re bêje: ” Tu başî tu pir qencî”
Xwedê teala bike rebî, kulmek garisê li pişta mala biçîne
Li şûnê, sed olçek genimê sor hilîne
Bi ufara binî, qîza şêx kî, axa kî ji xwere bîne
Zikata malê vê salê,bide min û Bazê dila,
Em ê  pê daweta xwe li dar xinin
 
Min dî bazê dila barê xwe bar dike,
Berê xwe dide aşê mala Hecî Şemdîne
Tu li  wê newalê temam bigere
Tu li heft seriya bigere, tu çavkî di wan de nabîne
Min dî mîrata çapê li arvanê bazê dilê min dixîne
Heft çap û nîva ji arvanê bazê dilê min hiltîne
Daweta min û Xerabê  bi tenê sala vê salê
Nêvcî li dar dimîne
 
Xerabê min xeyidî ji gundiya, ji maliya
Min dî da ser rêka Omeriya
Minê Digot: ”Ez ê rabim bankim heval hogir û hemşeriya
Bila herin xelkê delal vegerînin
Bi kêf  û eşq û laqirdiya
Bila xwedê teala biqedîne miradê miradxwaza û dilketiya
Bila miradê min û Xerabê min
bimîne heya koçerê me vegerin ji deþta Mûş ê rûnin akinciya
 
Xerabo dîno Xerabê xelkê!
Te bejin ziravo bi terha benikê
Dilkê min û bejna zirav di hev hebû
Çi kula go ketiye mala xelkê.
 
Xerabo dîno, mala bavê keleşgewra mi
Li wê çivê, li wê  ewcê, li wê zikakê, li wê fitlekê
Te meş qazê, meş qitikê, meş ordekê
Heçiyê xortê go bi çavê xwe dî û bi dilê xwe zewicî,
Ewê sê roj û sê şevê, xwe kuştine ji dinyayê
Ji qoce felekê
 
Xerabo dîno, bila li te be li wî dilî
Bila li mala hezar û hefsed bavê te be
Li wê sewdanê li wî aqilî
Çewa te dev ji mi kehêla serê tewla berda
Tu ê li Bergîla  şûxilê Rişmiliya û Qibaliya dihesîlî
Min ji tere nego: Di meha biharê, bergîla li şûna kihêla metewilî!
Li xwişka mezin biner , dûre xwişka biçûk ji xwere werî
 
Lawiko dîno ez ê çi bikim?
Sala vê salê ez bi mêrim tu bi jinî
Kul û kederê te gelekin,
Şax berdane ser vî dilî
Kul û kedera ji bîra nakim
Heya axê  mezelan kêlê di kevirî
Kul û kederê te pir bûne, tu car dernakevin ji vî dilî
 
Xelkê digo: ”Keleşgewra te  esmere û genimxwîne”
Bi xelkê tehle û bi nefsa min şêrîne.
Tu rabe serê xwe di kulek û şibaka Qesrê de biderxîne
Bila sirra bayê Qerejdaxê li ser şêbiskê te ê şê xîne
Bi ser hinarkê rûkê rastê de vegerîne
 
Ez dikim herim welatê xerîb û xurbetê
Tu kanî ramûsanekê, bi min de
Ji boxaza qirikê, ji xanûmanê ger enê
Bila kederê ramûsanê te keçikê li welatê,
Xerîb û xurbetê, di dilê min de nemîne
Wexta ezraîl dakeve ruhê min bistîne,
Wê gavê, bila diwanzde mikweta
Zêdî heqê min li min xîne
Bila  heqê ramîsanê keleşgewra  min ji min hilîne
 
Xerabo, Xerabo, Xerabo!
Wey li minê, wey li minê,wey li minê !
Çewa îro hatiye cewaba ne xêrê,
Ji min keçikêre
Digo: ”Delalê dilê te , li welatê xerîb û xurbetê nexweşe”
Nexweşekî li ber mirinê
Ez ê ji koma pismama  newêrim herim serekî bidimê
Xwezî ji xêra xwedê re, ez ê bîstekekê
Li tenîşta Xerabê xwe rûniştama
Meyê li hevdû helal bikirana heqê ramûsana
Malîfeta derdê dilketinê!
 
Gelî gundî û malîno,car û cîrano!
Hûn ê bi qedrê xwedê kin
Mala Xerabê min ziyareteke pir avzel e
Hûn ê bi destê min bigirin û min bibinê
 
Çi darika di bexçê mala bavê min de bû,
Ji gula, ji beybûna xemilandî,
Xerabê min  rahiştî hejkî, lêxistî temam diweşandî!
Bê lome be, çawa dostikek mero  gelekî bedew hebe,
Li çiyakî mîna çiyayê Omeriya be,
Mero devjê berde, dil pêveke erebekê
Lin binê beriya jêrî û lêvdeqandî!
 
Xerabo  wele tu Xerabo!
Malê te pire, ji canê tere edabo
Tu bi şêxkî dixwazî, elmî bo
Sed werdê te di bêrîka min de bo
Qenyatiya dilê min bi te nabo!
 
Çavkanî: Kovara Hawar
Sal 10 Hejmar 38
22 kanûna-paşîn 1942

Roza Kurd  2008-06-03
Views: 1047 | Added by: volongoto | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Name *:
Email *:
Code *:
Search

Calendar
«  February 2011  »
SuMoTuWeThFrSa
  12345
6789101112
13141516171819
20212223242526
2728

Entries archive

Site friends
  • bedava site yapimi

  • AGAHI
    Newroz Piroz Bè
    Tavsançali.ucoz.com
    Panoya Agahi
    Céjna Qurbanè Piroz Bé



    Tavsançali.ucoz.com
    Copyright MyCorp © 2024