Serhildananên kurdan-IV- Ji ber şerê nava osmaniyan û rûsan gel ji hêla aborî ve gelek sist bûbû. 25/10/2010 Serhildana Nehriyan----Mihemed Ronahi
Ji ber şerê nava osmaniyan û rûsan gel ji hêla aborî ve gelek sist bûbû. Dewleta osmanî ji ber ku di vî şerî de di ber xwe bide gel dabû bin bacên giran. Gel jixwe di warê debarê de têkçûbû, bi ser de girtina bacê jî gel bi hemtê xwe ji dewletê aciz kiribû. Li dû têkçûna her sê mîrektiyên mezin ên Kurdistanê yên wekî Baban, Soran û Botanê, li herêma Colemêrgê, li Şemzînanê mirovekî bi navê Şêx Ubêdulah, ji bera Nehriyan li nav gel deng dabû. Şêx Ubêdulah şêxê terîqeta nexşîbendiyan bû û li herêma colemêrgê xwediyê du sed gundî bû. Dixwest li hember dewletên dagirkerên Kurdistanê yekitiya kurdan ava bike. Ji bo vê yekê ket hewldanê û bi mîr û serokeşîrên kurdan re rûnişt. Ji Botanê, ji Sasonê, ji Sêrtê, ji Mûşê heya Sêwazê gelek serokên kurdan civiyabûn li vê civînê û di vê civînê de Şêx Ubêdulah digot: " Heta niha heke osmaniyan piştgirî dabe kurdan, ev ne ji bo xatirê çavên wan ê reş û belek bû. Ji bo kul i hember filehan me bi kar bînin piştgirî dan me. Heke osmanî karibin filehan tune bikin dê êdî tu rûmetê nedin me jî.” Ne tenê li perçeyê Kurdistanê yê başûr, di heman demê de bi eşîrên rojhilatê Kurdistanê re jî di têkiliyê de bû û di sala 1880’yî de civîneke mezin bi van serokeşîr û mezinên kurdan re li dar xist. Di vê civînê de daxwaziya xwe ya serfiraziya Kurdistanê anî zimên. Li dû vê civînê di tebaxa http://www.ladylony.com/butterfly202.gifsala 1880’yî de li kurdên Mahabadê serî hildan li hember farisan. Kurê Şêx Ubêdulah bi hêzeke leşker çû alîkariya serhildêran. Di demeke kurt de hêzên Şêx Ubêdulah serkeftineke baş bi dest xistin û Mahabad û çend bajarên wekî Mêrgewer û Lahîcanê xistin bin destê xwe. Lê ji ber ku hêzên Şêx di heman demê de li hember şîiyan jî şer li dar xistin, şîiyên Tehran, Azerbeycan û herêmên derdorê jî li xwe kirin neyar. Dewleta îranê jî ev yek baş bi kar anî. Şî’î li hember serhildanê bi rê xistin û berê wan dan şervanên kurd. Bi vê aravê hêzên Şêx ji bajarên wek Urmiye û Tebrîzê vekişandin. Serhildana Şêx Ubêdula ya yekemîn li hember dewleta îranê têk çûbû. Di vê têkçûnê de tenê rola Îranê nebû. Di heman demê de rolên dewletên navneteweyî yên wekî Rûsya û Îngilistanê jî hebû. Rûsyayê ji ber şirîkatiya Îranê piştgirî dida Îranê û Îngilistanê jî di serî de piştgirî da kurdan lê ji aliyekî jî nedixwest ku dewleteke wekî osmaniyan li wê herêmê pir jî lawaz bikeve an têk biçe. Lewre osmanî neyarê Rûsyayê bû û heke lawazketin an tunebûna wê dihat wateya hêzdartirbûna Rûsyayê. Ji ber vê yekê jî di vê serhildanê de li aliyê osmaniyan cî girt. Şêx Ubêdulah li dû têkçûna serhildana sala 1880’yî ji aliyê dewleta osmaniyan ve hat mişextîkirin û berê wî dan Stenbolê. Mamosteyê hêja Celîlê Celîl di berhema xwe de dibêje ne bi zorê hatiye mişextî kirin û ji aliyê siltanê Stenbolê ve hatiye vexwendin. Heta roja ku ew çûye Stenbolê siltan pêşwaziya wî kiriye û ji bo hatina wî top teqandiye. Li Stenbolê jî têkiliyên xwe ji kurdan nebirî û di sala 1882’yan de reviya welat. Kurên wî Mihemed Sidîq û Evdilqadir artêşeke ji pênc hezar leşkerî ava kirin û li herêma Oremarê dîsa serî hildan. Her du dewletên dagirker jî ketibûn tirsê li hember vê serhildanê û ji ber vê yekê jî hêzên xwe kirin yek û êrîş birin ser herêma Oremarê. Berxwedana Oremarê salekê ajot, dûre Şêx hat girtin û mişextiyî Mekkeyê kirin. Di sala 1883’yan de li wir mir. Bi vî awayî serhildaneke kurdan ya din jî têk çû. http://www.bgst.org/keab/ubeydullah.asp Torî: Tarihte Kürt-Türk ilişkileri, rp:179 Kürt Siyaset Tarihi: komîsyon, rp: 33 Torî: Berhema navborî: rp:181 Celîlê Celîl, 1880 Şeyh Ubeydullah Nehri Kürt Ayaklanması, rp:113
|