MUZÎKZANA KÛRD – Dr. NÛRA CEWARÎ Her
netewe merîfeta xwe ya hunermendyê di nava hine teherên çandeîda dîhar
kirîye û dîhar dike kîjan wanara bûne nasneme û îro dîrok û heyîtya wan
dixemlînin. Nasnameya çanda kurdî Folkilore. Tevî karên bi desta çêkirî
yên ne mezin, Folkilora kurdî çawa neynîka emrê buhurî – dîrok, xeyset û
felsefeya gel bi dewlemendbûna xweva di çanda gelên Rojhilata Navînda
cîkî mezin û hêja digre. Û pareke folkilorê jî – Mûzîka gelerî ku heval
û hêvîye ji bo her kurdekî bi nexş, nîgarên rengînva mêjva bala
pêşekzanên gelên dorber kişandîye, hatîye qîmetkirinê, naskirinê. Ji
salên 1958-a heta niha berevkirin, notenivîsar û lêkolînên nimûnên
mûzîka kurdîva usa jî dayka min, Nûra Cewarî, mijûl dive û karên balkêş
di meydana kurdzanîêda hiştine. Li ser daxaza min Nûra Cewarî, ku 10-ê
çiriya paşin dive 70 salî, li ser jîan û karên xwe nivîsîn û ew nivîsar
tevî hine wêne em pêşkeşî xwendevanan dikim. Aza Ozmanîan Malbeta me li ku ez mezin bûme Ez
li paytexta Ermenistane,Yêrêvanê, li malbeta emekdarên çanda kurdî
prof. Hecîyê Cindî û Zeyneva Îvoda hatime dine û mezin bûme.
Malbeta me yek ji malbetên kurdên Ermenistanê bû li ku mêvanhizî,
xwendin edetîbûn. Li gel me usa ji qedrê hev girtin, ali hev kirin,
folkilor bi pirteherên xweva û radîo yên kurdî ku emre me dixemilandin
zêdetir edetîbûn. Dê û bavê min gele zelûlî, rev,
koçberî, xelayê, êtîmbûn, sextbûna dewrana Stalîn, girtin, bêkarî
dîtibûn û her mecal bi kar danîn ku em - her pênc xûşk bêxem, normal
mezinbin. Gelekî guh didan xandina me, em davîtine xîretê –xîreta
netewyê. Her problêmên me yên dibistanan zanibûn, her hevalên me,
mamostên me nas dikirin. Xên ji xandina sere yên dibistana em usa ji
peşekên mayîn hîndibûn. Halên aborîye dijwarda dayka min terzîtî hîn
dibû, xûşka mine mezîn Frice, ku delalya malebû, resmkêşi hîndibû,
Frîdêra violin, akardêon û peyra fotokamêra kirîn, mêla Zînê li ser
edebyetê hebû, çîrokên biçûk, şyêr dinvîsîn û bavê min jêra gele
pirtûkên edebyetê distendin, mira piano kirîn û ez sala 1949-a dibistana
mûzîkayê para pîanoyêda hatime qebûlkirinê, Nazê hînî tewnçêkirinê
dibû. Ermenistan, gûnde Emo, sala 1971. Ûsa
jî her havîn navbirya xandinêda bavê min em dişandin gundên mirovên xwe
yên berpala çyayê Elegezê ku em ji jîan û çanda kurdî neyêne birînê.
Hingê min cara yekemîn nêzîkva dengê zurnê û dengbêjên baş bihîstin,
govenda esilkî dît û hêdî-hêdî dest bi notenivîsarên stranên govendê kir
ku salara zêdebûn û paşwextyê bûne pirtûk – berevokên stranên govendê. Mêvanên
mala me herdem hebûn, kurd, ermenî bi pirs û problêmên xweye çûk û
mezinva. Bave min weke qewata xwe alî wan dikir. Hebûn ku dixastin
Zanîngeh û Înstîtûtada bixandana û hinek ji wana paşwextyê bûne
pêşekzanên eyan. Ûsa jî yên hewcê doxtiryê, yên ketibûne di nava qezya
dihatin. Pêra jî mêvanên me yên navdar hebûn ku
hewcê sohbet û fikrên qenc bûn, weke hevalên bavê min yên kurd u ermenî
Emînê Evdal, Cerdoyê Genco, Nado Maxmûdov, Aram Xanalanyan. Ûsa jî
cînar, xwendewanên kurd ji mala me kem nedibûn. Dê û bavê min ku herdem
karên xweda mijûl û carna westîayî dibûn, me didît çawa tevî mêvana
beşerxwêş dibûn, şadibûn. Tevî aqa hatin – çûînêra mala meda dengê
bilind nedihat bihîstinê, dihate zanînê ku hinek ji me xûşka xandina
xweva mijûlin. Salên xwendinê, rojên navnîşan Xwendin
û nivîsar, dinênaskirin min li dibistana ser nave Hakob Hakobyane
ermenîda despê kirîye. Sala 1956-a, pey temamkirina sala dibistanêye
heyşta û dibistana mûzîka yê heftsalyê, ez li Koleca ser navê Romanos
Mêlîkyane mûzîkayê dîsa para pîanoyêda, dersxana mamosta emekdar
Margarît Çaxmaxsazyanda hetime qebûlkirinê. Sala
1960-î pirtûka mine pêşin "Kilamê cimeta kurdaye govendê” çap bû ji
alyê neşîreta dewletê "Haypêthrat”, kîjan şabûneke pir mezinbû ji bo
malbeta me. Kutasya her salên xwendkaryê Koleca sazbendyê
konsêrta nîşandayîna qewatên xwendkarên baş hazir dikir. Sala xwendina
xweye dawyêda ez jî tevî konsêrtê bûm li sera Fîlharmonya Yêrêvanê bi
qedandina 2 berhemên kompozîtorê ermenya Êdvard Bagdasaryan ji bo
pîanoyê. Ew bûyar ji bo min kubarî û navnîşan bû bi kîjanê min hunera
xwe yê pîanîstî bi rûspîtî nîşanda. Bihara
1960-ê salê kompozîtorê ermenya yê dinêeyan Aram Xaçatiryan li Yêrevanê
bu ji bo premyêra (qedandina yekemîn) balêta xweye "Spartak” û konserta
berhemen xwe yên simfonîk li ku ewî gere dîrîjorî bikira. Min îdî
"Spartak” bihîstibû û zendegirtî mabûm bi mûzîka wî û di roja cerbandina
konsertê min pirtûka xweye nû çapbûyî cawa dîarî hazirkir û navbirya
cêrbandinêda bir da wî. Ewî sazbendya kurdî nas dikir u di baleta xweye
"Gayanê”-da bi kar anîbû. Xaçatiryan bi pirtûka miva gelekî kefxweşbû û
rojtira dine, hema pey konsêrta sîmfonîkra, gava heval û hogirên wî û
xwendkar nêzîkî wî dibûn konsert û rojbûîna wî pîrozkin ewî wêneyekî xwe
bi destnivîsara xweva dîarî da min. Ji bo xandkara Kolêcêra ji wê
bûyarê mezintir çi dikaribû bibya? Xaçatiryan qedrê mûzîka kurdî û
qedrê min girt. Pey Kolêcêra, sala 1960-î
ez li Konsêrvatorîa Yêrêvanê ya li ser navê Komîtas para pîanoyêda
hatime qebûlkirinê. Piştî sê salên xwendinêra min fakûltêta xwe guhast,
derbazî para têorîya mûzîkayê bûm, kîjan ji bo xwendinê hê çetinbû, lê
pêra jî hewaskarbû. Li wê fakûltêtê mira mecalên baş çêbûn ji bo
zanîna pirsên têorî û bi teybetî têorîa folkilora muzîkayê. Mamostên
mine têorîa yên qedirbilind prof. Robert Atayan ku usa jî bû mamostê
mine pêşekzanyê, prof. Gayanê Çêbotaryan û Georgî Bûdagyan bi xêrxazî
guh didane xandina min. Li Konservatorîayê sala
1964-a ez tevî konfêransa cvaka xandkara ya zanyaryê bûm bi gotara xweye
"Komîtas û mûzîka kurdî”. Pey konfêransêra edebyetzana eyan Mayîs
Avdalbêkyan û mamostê min Atayan hatibûne li ser fikrekî ku ez dikarim
pirsên zanîaryêva mijûlbim. Hizkirina mine ber bi folkilorê û ew gilyên
wane xêrê mira bûne bawarî û min îdî rya xwe zanibû, rya pêşdaçûînê nas
dikir. Hema wê sale pirtuka mine berevoka stranên govendê ya duda çap
bû u sala 1966-a min Konsêrvatorîa bi têzên li ser mûzîka kurdî "Stranên
kurdî yên gelerî” bi qîmetê bilindva temamkir. Xwenkarên Konsêrvatorîayê tevî mamosta pîanoyê Merî Magakyan, sala 1963-a. Ji çepê ya pêşin Nûra Cewarî. Di
salên xwendkaryê li Konsêrvatorîaêda ez du cara (1964 û 1965), yek ji
bo xwendina gotara zanîaryê li konfêransa xwendkarada û yê din ji bo 2
berevokên "Klamê Cimeta Kurdaye Govendê” yên çapkirî ku li pêşengeha
berhemên xwendkarên Ermenistanê hatibûne nîşandaînê, bi Hurmetneme û
Diploma dereca pêşin ya Komîtêya xwendina bilinde Ermenistanê hatime
rewakirinê. Sala 1967-a ez li Înstîtûta
Hunermendyê ya Akadêmîa Ermenistanê ya Zanîaryêda çawa aspirant
(xwendkara PhD) hatime qebûlkirinê. Li wê Înstîtûtê sala 1971-ê, 30
salya xweda, min têzê xwe ya "Hunera Stranên Kurdî Yên Gelerî” xwey kir u
dereca Kandîdata Hunermendyê – bi pîvana nûjenva dereca Doktoryê stend.
Hingê salên mine xandkaryê temambûn. Karên mine professional, yên rojnemevanyê, mamostatyê û cvakyê Ji
sala 1971-ê hetanî 1993-a min li Înstîtûta Hunermendyê ya Akadêmîa
Ermenistanê ya Zanîaryêda çawa lêkolînêr kar kirîye. Karkirina min li
wir tevî pêşekzanên baş, di nav heval û hogirên qenc mira tiştekî
zîaretî bû. Xêrxazya hevalê min alî kar û pêşdaçûîna min dikirin. Min
karên folklorîstî yên pirteherî dikir: Êkspêdîsya Bi
rya êkspêdîsya – çûina gunda û bajara û li malda – ji stranbêjên mêvan û
radio yên kurdî gele nimûnên mûzîka kurdî berev kirine. Goveka
êkspêdîsya yên min navçên komerên Ermenistanê, Qazaxistanê û paytexta
Gurcistanê bajarê Tbîlîsî bû. Salên ku min karê
xwe ya berevkirinê despê kir (1965-1966) kasêt û qeytanên têypê dest ne
diketin. Têypa min bi kasêtên glovere mezinbûn. Min hingê biryar danî
ji bo lêkolîna hê zef guh bidim awazan – awazên stranan û yên sazbendyê û
ji bo qeytan tere bikin min nimûnên folkilorî pey 3-4 weklandinên
xanyên pêşinra, gele cara, nîvîda dibirî - têyp dida seknandinê. Ha,
awaz bi 3-4 weklandinên xweva têra lêkolînên mûzîkayê dikirin û mixabin
têkstên stranan carna nîvîda diman. Û eger nimûn bi temamî dihatine
nivîsarê, lezketina min ji bo zêdekirina jmarên nimûna gele cara têkstên
strana ji guhdarya min dûr dixistin û min têkst ji stranbêjan kêm
dinvîsî bi gumanekî ku paşwextyê ji qeytana têypê têkst wê bene
nivîsarê. Herwiha, kembûna kasêtên têypê û bi lezketina minra min hine
cara têkst bera berdidan. Paşwextyê ji bo berevkirina nimûnên nû û
nivîsarên têksta Tosinê Reşît gele arîkarî dida min. Ew dengnivîsarên
min li Înstîtûta Hunermendyêda û kopî li arşîva mala meda têne
xweykirinê. Dengnivîsarên nimûnên folkilorî bi nota Dengnivîsarên
nimûnên folkilorî bi nota – anîna wan li ser kaxaz – ew jî karekî
mayînbû. Nimûnên berevkirî dihatine jbartin bi hostatya înformatorava,
bi janra, teherên mûzîka kurdî yên başqe-başqeva – bi stîla, dengrêza,
bi lado – întonasya û peyra dihatine notenivîsarê. Ewana paşwextyê
dibûne hîm ji bo lêkolîna, dibûne pirtûk - berevokên mûzîka kurdî.
Serda usa jî carna aparatên zanîaryê- pêşgotin, nivîsarnasî, têkstên
tercmekirî zêdedibûn. Gele pêşekzan sîstêma xwe
yên notenivîsarê çêdikirin – nîşanên dengaye zêde bi kar danîn. Min
sîstêma notenivîsara ewropî bi kar anîye, kîjan ji bo nîşandayîna mûzîka
kurdî têrê dikir û qebûlkirîbû. Ji pirtûk -
berevokên mine mûzîka kurdî bes berevokek ku tevî berhemên nivîskarên
kurdên Ermenistanê bû u di almanaxa "Bihara Teze” ya 2-da sala 1983-a li
Yêrêvanê çap bû. Di notenivîsarên minda gele
nimûnên bihagiran henin weke destanên kurdî, stranên dirokî, stranên
erf-edetara gitêdayî – stranên dewata, şînê. Notenivîsarada, herwiha,
nimûnên herî balkêş stranên tirêqên Êzdyanin ku koka xweva dighîjine
sedsalyên kevnar u yên navîn û melûmetyên baş li ser pirsên dîrok û
têorîa mûzîka kevnar, mûzîka ola êzdya û stranên şayîrên kurd yên
sedsalyên navîn didin. Karên lêkolînê Karên
lêkolînê mira gele hewaskarin. Berevkirin û sîstêmkirina melûmetyên
hêja li ser mûzîka kurdî, sîstêmkirina nimûnên mûzîka kurdî bi janra, bi
stîlên awaza û di wan parên cudada himberîhevkirina nimûnan bi teherên
têorya mûzîkayê usa jî himberîhevkirina wan tevî nimûnên anegor yên
çanda gelên dorberra, dîtina teybetî û reîşkên mûzîka kurdî bi rya
lêkolînên tîpolojî – evan ew kar bûn ku bûne hîm ji bo têz û gotarên
mine zanîaryê. Di dawya karên mine lêkolînada ez bi sirê gihîştime
eyankirina cavên hine pirsên zanîaryê yên sere, weke: - Hatîye şirovekirinê deba mûzîka kurdî, bi giranî mûzîka kurdên Ermenistanê - Hatine şirovekirinê pêwendyên mûzîka kurda û ermenya - Hatine eyankirinê sîstêmên janrên stran û awazên kurdên Ermenistanê bi serecem û stîlên xweva -
Hatine şirovekirinê û îzbatkirinê bingeha têorîya mûzîka kurdî yê
gelerîyê: sîstêma lado-întonasya, ya rîtma, sîstêma çapamanya têkstan
tevî strûktûra awazan - Hatine dîtinê û bi têorî
şirovekirinê nimûnên mûzîka kevnar di stranên gundîtyêda – stranên
karkirinê, stranên zaroka û yên daîkada - Bi rya naskirina mûzîka trêqên êzdya yên sedsalyên navîn hatine dîtinê despêka stranên destanan û stranên bajaryê -
Bi rya naskirina stranên trêqên ezdya usa jî hatine eyankirinê taqên
dîroka mûzîka kurdî yên herî balkêşe kevnar – stranên kurdî yên
mîtolojî, stranên êzdya yên olyê, stranên şaîrên kurdaye sedsalyên navîn
ku nimûnên giranbihane li dîroka çanda kurdîda. Di
wan salên karkirinêda çend pirtûkên min (lêkolînên zanîaryê, berevokên
nimûnên mûzîka kurdî) û gotarên mine zanîaryê bi zmanê ermenî, russî,
kurdî li Yêrêvanê, Lênîngradê (niha Sankt Pêtêrbûrg), Stokholmê çap bûn.
Usa jî tevî konfêrans û sêmînarên zanîaryê li bajarên Ermenistanê,
Russîayê dibûm. Karên min yên zanîaryê di meydana
mûzîka kurdên Ermenistanêda gavên êtnomûzîkolojîa kûrdî yên pêşinin,
weke karên bingehînin. Ew pirsên lêkolînan bê guman tevî dengnivîsarên
nimûnên nû û bi karanîna têxnolojîya nûjen hê wê bêne firekirinê, û
kûrkirinê. Karên rojnemevanyê Karên
mine rojnemevanyê ji 1958-ê salê despê bûye gava gotara mine pêşine
biçûk li ser kompozîtorê dinêeyan Cûzêpê Verdîda li rojnema Rya Teze-da
çap bû. Peyra, hetani derketina me ji Ermenistanê gotarên min li ser
pirsên çanda kurdî û ermenya hey li Rya Teze û rojnemên ermenyada, hey
bi radîo ya kurdîva dihatine belavkirinê. Min hê xandina xwe
temam nekiribû gava ji sala 1965-a hetanî 1967-a li Radîo ya Yêrêvanê
para kurdîda çawa berpirsyara para mûzîkayê kar despêkir. Ez
usa jî veçêkirinên mûzîka kurdîva mijûlbime. Çend berhemên min ku min
ji bo pîanoyê li Konsêrvatorîayê nivîsîbûn, ketine di fonda Radîoyê û
carna dihatine belavkirinê. Karên mamostatyê Salên
başqe - başqeda min usa jî karên mamostatyê kirîye. Tevî karê Radîoyê
ez usa ji mamosta têorîa mûzîkayê bûme li dibistana ser nave Tîgran
Çûxacyane mûzîkaêda. Peyra, sala 1990-î hetanî 92-a min usa ji ceriband
bivime dersbêja Mûzîka kurdî li Zanîngeha şexsî ya li ser navê Davît
Anhaxtda û ji sala 1996-a hetanî 1998-a bûme mamosta zmanê kurdî li
dibistana Vîktorya ya zmananda li Melbûrnê, Australîa. Karên cvaki Tevî van kara min usa ji karên cvakidikir.
Ji sala 1964-a hetanî 1968-a rêdaksîona rojnema "Rya Teze”-da bûme
endem-karkera beşa jina. Ez û Sêva (Svêta) Bayloz diçûne gunda rastî dê
û bava dihatin ku guh nedidan xwendina zarokên xwe, mijûlî bi wanara
derbazdikirin, û carna gotaran ji bo rojnemê dinvisin. Endem-karkerên beşa jina li rex rêdaksîona rojnema Rya Teze. Ji çepê ber bi rastê: Porsora Sebrî, Nûra Cewarî, Sêva Bayloz, Cemîla Celîl, Aslîka Qadir. Sala 1964. Ji sala 1984 –a hetanî 1991-ê bûme endema şêwra Radîoya Yêrêvanê ya kûrdî ya hunermendyê. Ji
sala 1987-a hetanî 1990-î bi hevkarya Tosinê Reşîd me koma xandkarên
kurda ya Stran û Reqasê li rex Înstîtûta Perwerdeyî ya dewletê saz kir.
Koma me çend xelat girtin. Em li Yêrêvanê, paytexta Gurcistanê
Tbîlîsîyê çend cara bi şaynetî konsêrtava pêşda hatine. Ez usa jî bûme endema hine rêxistinên çandeyî yên Ermrnistanê û Sovêta berê. Ji
karên başqe-başqe min karê xweye professîonale mûzîkzanyê – teorîya
mûzîka kurdî hizkirîye û heta niha jî li ser huner û hostatya gelê me
ecêv dimînim. Bêguman femdarya min ku em bi mûzîka xweva tu gelî kemtir
nînin û gotî em bikaribin milkê gelê xwe bipatêzin, xwedî derên gele
alî min kirîye, mira bûye armanc. Derketina me ji Ermenistanê Ji
despeka salên 1990-î, pey konflîkta orta Ermenistanê û Azirbêcanê ji bo
erdê Qerebaxê û hilweşandina dewleta Sovêtyêra, rewşa Ermenistanê ya
sîasî û êkonomî pir xiravbû. Hinge her kes dixast ji Ermenistanê
derkeve û gele malbet xwe dane li ser rya xerîbyê. Wexta
ez bi malbeta xweva nû hatibûm Aûstralîayê (s.1993) me xwe li
Kurdistanê texmîn dikir, em di nava cvaka kurdên hemû perçên
Kurdistanêbûn. Hinekî firqya dîalêkta hebû, carna me hevdu fem nedikir
lê kurdbûna me em nezîkî hev dikirin. Û weke her kurdekî
peneber, em jî ketine di nava cvak û çandekî nû – piştî kurdî, ermenî û
rûsî, em ketine di nava çanda Aûstralî. Hevguhastina zmana û çanda hêsa
nine, başqe jî ji bo mervên pirsên çandeîva mijûl, lê pêra jî mira
dewlemendbûna dinênaskirinê, zanebûna edet û çande, mûzîka yên gelên
mayîn çebûn. Li Aûstralîayê keça min Aza kasetên
dengnivîsarên folkilorî yên kompakt bi piranî li ser CD-ya kopîkirn.
Kopîkirina kasêtên kevne gilover hê jî mane. Aza xandina xwe li
Aûstralîaye temamkir, tezên Masterî li ser sîaseta kurdaye îroyîn nivisî
u niha çawa lekolînêr wezîretekî Aûstralîaêda kar dike. Keça
mine mezin Zozan mûzîkzane, xandina xwe li Yêrêvanê temam kirîye.
Pirtûkên Mehmet Bayrak yên "Mûzîk, Dans û Şarqîyên Kurdî” (2002, Ankara)
bi hevkarya min û Zozanê çap bûn. Niha bi
zanebûna zmanê înglîsîva emir mera hêsatir bûye, salên derbazbûyî yên
dijwar têne bîrkirinê û anegor mecala ez karê xwe berdewan dikim. Li
Aûstralîayê çend gotarên mine li ser pirsên mûzîka kurdên Ermenistanê,
dîroka mûzîka kurdî hatine hazirkirinê û li kovar û rojneme yên kurdîda
çapbûn. Hey cara dicêrbînim gotinên kurdî himberî têrmînên têorîa
mûzîkayê bivînim û gotarên xweda bi kar bînim. Niha
ez li ser berevoka xwe ya "Awazên kurdî” (awazên zurne, meya û fîqe)
kar dikim. Ji bo amadekirina çapkirinê nota yên awaza hewceyî
berevkirina li ser kompûtêrêne, ku ji mira hinekî zehmete. Herwiha,
rojên meda ez bi şabûn pê dihesim ku pêşekzanên kurd yên mûzîka kurdî
pêşda tên, êkspêdîsîa çêdivin û pirtûkên stranan bi dengnivîsarên nota
çap divin. Pêra jî difikirim ku ji bo kurdên xwey mûzîka rengîn çend
pêşekzanên mûzîkayê hindikin. Mecalên têxnolojî yên nûjenda,
gava bîra merya ya folkilorî hêdî-hêdî xrav dive, usa jî hazirkirina
kadrên mûzîka kurdî yên nû û karên nû di meydana mûzîka gelerîda pir
mûhîmin. Nûra Cewari 2011
|