Gava ‘Cembelî’, ‘Ciwaniyê’, ‘Wekîlên Me’ û "Lîdero’ tê gotin ew tê bîra me
Li bakurê welêt yekem kesê xwediyê pîlaqa bi kurdî
MEHMÛD QIZIL
Salihê Kevirbirî
Ne
şaş bim sala 1998 an 1999 bû. Me li Beyogluya Stenbolê Rojnameya
"Azadiya Welat” derdixist û di rojeke havînê de li me qesidî bû. Wê wan
rojan konsera wî li Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) pêk bihata. Ligel
ku "mêrê berê yê civat û caqiyên giran” bû, heyecaneke mezin xwe lê
rapêça bû. Dema ku min sedema vê yekê jê pirsî bû, bersiveke weha dabû
min: "Birazî, rast e ku 35-40 sal berê min destpê kir xem û keserên
miletê xwe bi deng û awaza xwe pêşkêş kir, lê belê ev demeke dirêj e ku
min navber dabûyê, ezê derkevim hafa kurdan û kilamên xwe bibêjim, lê
çawa ku roja yekem a kilamgotina min be, bi heyecan im…”
Ev
xemxur û dilzîzê zargotin û kilambêjiya kurdî Mehmûd Qizil bixwe bû.
Min di civatên mezinên xwe yên li gund pirî caran navê wî bihîstibû, lê
va ye bi tevahiya heybeta xwe li pêşberî min bû. Coşî û bextewariya min a
wê rojê bêpayan bû. Me li avahiya rojnameyê maweyeke xweş pê re
borandibû. Piştî xwarina nîvro û çaya qaçax destê xwe biribû ber guhê
xwe û "kurtekonsêrek” pêşkêşî me kiribû: "Cembelî û Binefşa Narîn”,
"Ciwaniyê” û "Wekîlên Me” çend kilam bûn ku wê rojê ji me re strabû.
Baş tê bîra min. Min doza kilama "Lîdero” jê kiribû ku li ser Dr. Yusuf Azîzoglu çêkiribû. Azîzoglu Wezîrê
Tendirûstiyê bû û li gorî gotina Apê Mehmûd, "Dostê Feqîran” bû. Wê
rojê û çend roj paşê jî, li konsera wî me bi dilekî geş guh dabû vê
kilamê:
"Lîdero
lîdero lîdero lîdero /Lîdero qurban li me dabû stêrka salê, stêrka sibê
/ Lîdero qurban li me dabû stêrka salê, stêrka vê xurbetê / Ezîzoxlî
mehkî berê îstîfa dîlekca xwe da Enqerê, li Reîsiya Cimhûriyetê / Heyfa
min nayê li wê yekê / Heyfa min tê bi wê yekê /Di
welatê me de bila piştî Babê Murado, kesek ranebe neke dawa siyasetê
/Lîdero lîdero, bê lîdero ez nemînim li dinyayê / Heta sax bim li
dewrana dinyayê / Lîderekî mîna Ezîzoxlî, Babê Murado tucarî nayê Turkiyayê...”
Şayanê
gotinê ye ku kilama "Lîdero" bi taybetî li herêma Diyarbekir û Xerzan
di nava gel de bûye benişt û li ser zimanan geriyaye.
Min
jê re gotibû; "Apê Mehmûd, de ka em gotûbêjek pêk bînin.” Gotibû;
"Serçavan!.” Me teyba dengirtinê û çaya xwe danîbû ber xwe û dest bi
sohbeteke xweş kiribû. Niha bala xwe didimê 12 sal di ser re derbas
bûne. Paşê çend carên din, hem li Stenbolê, hem jî li Diyarbekirê em li
hev qesidîn. Min her dipirsî, Xwedê jê razî, bi rûkenî dibersivand.
De bifermin, em hinek xwe berdin nav jiyana wî ya hinek têrkeser, hinek jî têrxweş...
Mehmûd Qizil, di sala 1939'an de li Diyarbekirê hatiye dinyayê û vê gavê jî, jiyana xwe li wê derê didomîne. Li gorî ku ew dibêje, di sala 1965'an de
bi awayekî profesyonelî, ji bo dengbêjiyê dest bi xebatê kiriye û di
heman salê de pîlaq ango sêlika xwe ya 45'î derxistiye. Dengbêj Qizil,
heta sala 1974'an bi rêk û pêk karê xwe yê dengbêjiyê domandiye û heta
wê mêjûyê 53 heb sêlikên 45'î derxistiye. Li hêla din şayanî gotinê ye
ku Mehmûd Qizil, li bakurê Kurdistanê yekem kes e ku pîlaqa bi kurdî
çêkiriye. Dîsa li gorî gotina wî, Eyşe Şana dengzêrîn, piştî wî bi
salekê pîlaqa xwe derxistiye.
Qzil, ji
sala 1974'an heta 1999'an ji ber hin sedemên ku naxwaze bibêje, dest ji
kar û barê dengbêjiyê berdide. Qizil, di dawiya sala 1999'an de,
'rojiya xwe’ ya strangotinê xera dike û bi navê "Ax Ciwaniyê" kaseteke
nû derdixe.
Mehmûd Qizil, di dengbêjiya Diyarbekir
û derdora wê de bi tena serê xwe ekolek e. Di nav kilam û gotinên
Mehmûd Qizil de, ligel xemgînî, evîndarî û hesreta welêt; dijberî ango
muxalefeteke xurt jî tê dîtin. Ev muxalefet û dijberî, ne bi tenê ji bo
bindestiya hezar salan e; her wiha wî her daîm tîrên xwe arasteyî beg,
şêx û axayên herêmê ku xwîna gel mijandine, kiriye. Tu car nebûye
stûxwar û bendewarê van mijokan. Jixwe cudatiya di navbera Mehmûd Qizil û
beşek ji dengbêjên herêmê jî, ev bixwe ye.
Bi
rastî jî, dengbêjên neteweyî ku ji bo derd û kesera gel û welatê xwe
stirîne ne di nav de, bi sedan sal in ku dengbêj ne ji bo gel, lê ji bo
ku dil û ruhên "begler
û axaleran” rehet bikin, kilam rêstine û gotine. Her dem bûne mêvanê
wan û li dîwanxane û odeyên gundan; begler, axaler û şêxleran, bi qasî
heft qatên asîmanan bilind kirine.
Mehmûd
Qizil, carinan berê xwe daye, wekîl ango parlamanterên gel (!). Ew di
kilama xwe ya bi navê "Wekîlên Me" de wiha davêje ser wekîlên gel:
"Gelî xwişk û bira derdê me pir e / Derdê me giran e, çavê me kor e / Hiş û aqil li serê me nemane / Welehî em nas nakin însan e /Me dixapînin, em rayê xwe didin wan e / Dibên emê bibin miletwekîlî herin Enqerê / Ji boyî daw û dozên giran e / We bikin xwediyê febrîqe, av û elektrîk / Rê û cadê, doxtor û xestexanan e / Vekin deriyê hepsan e / Bînin efûya firar û mehkûm û qeşxûran e / We xilas kin ji îşê Alman e / Diherin li Enqerê rûdinên li qoltixan / Enîşkên xwe didin ser masan e / Dibên gel û hevalan hetanî car salan / Tu kar û îşê me bi gundiyan û feqîran nemane / Emê îşev herin kîjan saz û bar û pavyonan e / Gunê me temaman di stûyê miletwekîlan e / Omîda feqîran li jor maye Rebê Rehman e / Nalîna dilê min gelî xwişk û bira / Kesera dilê min xelqê gunda ne..."
Qizil, carinan jî, bûye heval û hogirên lawir û heywanên bê zar û ziman. Apê Mehmûd, di kilama xwe ya bi navê "Embargoya Heywanan" de jî wiha dibêje:
"Axx lo dilo eywane xweş eywane / Îro roja begler û şêx û axan e / Temamî bûne xwediyê bîna û dayîran e / Bûne xwediyê motor û texsiyê Mersedesan / Erdan û milkan e / Dixebitînin feqîr û gundiyan weka hêsîran û kolan e / Semedê xatirê welcekekî zekatê malê xwe dane / Emborgo danîne ser heywanên bê zar û bê ziman e / Ay dilo hey wayê hey wayê hey wayê / Lo dilo hey wayê dilo hey wayê hûnê temamî werin..."
rojnameger@hotmail.com
Salihê Kevirbirî