Main Registration

Login

Welcome Guest | RSSFriday, 2024-04-19, 1:05 PM
Menu du site

Tag Board

Our poll
sitenin orani nasil
Total of answers: 14

Statistics

Total online: 1
Guests: 1
Users: 0

Blog
Main » 2010 » August » 28 » lawikmar---herema anadoluya navin
5:44 PM
lawikmar---herema anadoluya navin

LAWIKMAR

Berhevkar û Nivîskar: Evîndar
Ji wêjeya herêma Anatoliya Navîn

 

Çi hebû, çi tunebû!

Li wexteke nenas, li warekê Kurdan gundek hebû, li wî gundê jin û merek hebû, kurikên(zarokên) wana tunebûn, wana pir dixwestin ku ma bibin xwedîyê zarokan. Rokê, jina bê zarok li ber Xwedê digere û dibê; "Xwedê yê min! Tu mezinî, tu dizanî em bê zarok in, lawikekî bide me, ma hînge marek be!".

Roj heldihat-roj diçû ava, şev dihatin-şev diçûn, roj û şevan dida pê hev, rokê jin bar dibe, jin û merê wê pir xenê(şa) dibin. Ew bi kefxweşî, bi dilşahîye li benda dergûşa xwe dibin. Ro, hefte, meh, demsal derbas dibin û dergûşa wan tê ye rû dine. Lê çi meskin! Dergûşa wan marek bû! Tirs, xof li wan peyda dibe. Ew dibên; "Me ji Xwedê lawikek xwestibû, me go ma hînge marek be, bi emira Xwedê dergûşa me wek marekê hate rû dinê, Xwedê lawikek da me, lê ew marek e".

Zeman pir dihere, hendik dihere, lawikê wan wek marekî mezin dibe, li gund her kes bi wî ra dibê lawikmar, îdî navê wî "Lawikmar" bû. Emsalên wî gîşk dizewicin, Lawikmar jî dixwaze bizewice, bi dîya xwe re dibê; "Here ji min re keçika malê axa bixwaze" , dîya wî mat dibe! Bi wî ra dibê;"Lawê min te xwe şaş kiriye! Çend kesên axa, beg keçika axa xwestin, axa keçika xwe neda, ewê çing rabe keçika xwe bide marekî ". Lawikmar dibê "tu dîsa jî here bixwaze" .

Dîya Lawikmar ji bo ku keçika axa bixwaze; ji bo xwazginîye dihere mala axa, li ber qonaxa axa datiweste. Li ber qonaxa axa du kevir hene; yek ji bo xwazginî ye, yek jî ji bo parse ye. Dîya Lawikmar li ser kevirê xwazginîyê rûdine. Axa bi berdevkên xwe re dibê; "Rabin, jinek bi şaşî li ser kevirê xwazginîye rûniştîye, weng xuya dike ku ew parse dike, hinek nan, bulxur bidinê ma here".

Dîya Lawikmar vedigere mal. Lawikmar jê dipirse, dîya wî dibê "ez li ser kevirê xwazginîyê rûniştim lê wana ez mîna parsekekê dîtim û bindirîyek(çengek) bulxur û tixek nan dane min". Lawikmar dibê; "So(sibe) dîsa here bixwaze". Dîya wî dîsa dihere li ser kevirê xwazginiyê rûdine lê dîsa mîna parsekekê bi çengek bulxur û bi tixek nan vedigere mal. Lawikmar cara sisîya li sibe dîsa dîya xwe dişîne mala axa. Dîya Lawikmar dîsa dihere mala axa û li ser kevirê xwazginîyê rûdine. Axa dîsa dibîne ku ew jina ye û ew jin li ser kevirê xwazginîye rûniştîye. Vê care axa bi xwe dihere ba jine û bi wê re dibê; "Xaltî ez dibînim ku halê te xizane, tu çima li ser kevirê xwazginîye rûniştî, kevirê parse ne va ye". Jin dibê "qusûra min mes meke, ez ne ji bo parse, ji bo xwazginîyê hatim, lewma ez li ser kevire xwazginîyê rûniştime, lawikekî min heye lê ew marek e, wî kirîye serê xwe dibê `herin keçika mala axa ji min ra bixwazin` , min go axa keçika xwe nade marekî lê ew fam nake". Axa dibê "keçikekê çel xwazgîn dixwaze, heqe te ye ku tu jî bixwazî " paşe axa dibê "lê sê şert(merc)ên min hene, eger lawikê te van şertên min bîne şûne ezê keçika xwe bidim wî". Axa şertên xwe weha dibê;

1) "Çîyakî bilind li hêla mala min heye, ji ber vî çîyayî oda min ro nabîne lawê te vî çîyayî ji vir rake"

2) "Xanîyekî min heye, tiji ce, genim û çewder e, ew gîşk li hev qelivîne, lawê te vana ji nav hev vede"

3) "Di ber qonaxa min ra av derbas nabe, lawê te çemekî çêbike û di wî çemî da qaz, ordeng(werdek)ê xwe ajne bikine"

Axa di dilê xwe da dibê "van şertên min însanan şa nekir bîne şûne, marek qet şa nake bîne şûne, ji ber we jî ti keçike min narin marekî" .

Dîya Lawikmar vedigere mal û şertên axa ji wî ra dibê. Bi Lawikmar ra dibê "min bi te ra gotibû axa ti keçike xwe nade te, ji ber ku ma nade te wî van şertên zor ji te xwestin", Lawikmar dibê "tu meraq meke daye here rehet rakeve, emê sibe hevdu bibînin".

Seda(sibe) dibe, axa ji xew radibe, çavên wî ji şewqa ro bi zor ji hev dibine, çavên wî alû dibin, ew di pencere ra mes dike, şaş û mat dime, çîyaye bilind ê ku li hêla qonaxa wî ji wir rabûye hatîye hêla din, derdikeve dihere ber male, dibîne ku di ber qonaxa wî ra çemek derbas dibe û qaz û ordeng di wî çêmî da xwe ajne dikine, dimeşe xanîye ku ce, genim, çewder têda li hev qelivî, dibîne ku ce, genim, çevder ji hev hatine vedane û her yek li hi hêlekê ye. Axa dibê "min go marek şa nake,nikare van şertên min bîne şûne, lê şertên min gîşk hatine şûne, îdî ez nikarim ji soza xwe vegerim", axa dihere ba keçika xwe û bi wê ra dibê "di axatîye da ji soza xwe vegerîn nabe, ezê te bidim wî".

Keçika axa bê çare, bê dil, bi tirs, bi qîrîn, bi nalîn çend ro şunda dibe bûk. Şev dibe, bûk li benda zavaye, deri ji hev dibe, di navbera deri ra mar dixûşe, dikeve oda bûke, ji tirs û xofe dev û levên bûke gîşk direvin, dipertilin. Mar dixûşe dihere quncike ode û li wir radiweste, bûk bi tirs, bi xof li wî mes dike. Lê çi meske! Qalike mêr diqelişe, ji nav wî qalikî xortekî bejin zirav, bejin bilind derdikeve, wek ro ew dibiriqe bi şewqa rindîya wî, oda ronî dibe. Bûke heta niha qet ti xorte veng nedîtîbû. Ew xorte bejin zirav, bejin bilind bi rindîya xwe berve bûke te û destên xwe li ser rûyên wê digerîne dev û levên wê yên ku rivî, pertilî bi destên zava xweş dibin. Lawikmar bi bûke ra dibê "ez bi diskî me, her kes min mîna marekî dizane, dî û bavê min jî min bi vî awayî nasnakin, qalikê min tim heye, tu qet behsa min ji ti kesî ra meke, eger tu qala min ji kesî ra bikî ezê com(wenda) bibim, ku ez wenda bûm tu min îdî nabînî, wexta ku ez wenda bûm, `şiveke xwe ye hesinî di dest xwe ke`, `çarxekê di lingên xwe ke` û bi gund gund li min bigere, li kîjan gundî şiva te ye hesinî xwar bû û poze çarxa di lingên te da qul bû bizane ez li wî gundî me" .

Li ser vana gotinên Lawikmar bûk qet ji ti kesî ra qala wî nake, bûk her ro, her dem di kêfxweşîyeke mezin da ye , ji ruyên wê ken, ji dilê wê dilşayî kem nabe. Bûkek çawa li ba marekî ewqas rehet dibe ti kes fam nake!

Rokê li gund dîlanek;dawetek heye, Lawikmar bi xanima xwe ra dibê "ez jî hîro herime vê dawete, ez jî têkevime nav wê dîlane lê tu qet ji ti kesî ra qala min meke, tu qet mebêj ew merê min e, tu dizanî wexta ku te wer go ezê wenda bibim" .

Gundî gîşk li wê dawete ne, gîşk li wir dîlane dikine, gundî gîşk di coşîyeke mezin da ne. Xortek berve dîlane te, hespê wî spî, kincên wî spî ne, bejina wî bilind e, her kes radibe sêra wî, li wî mes dikin, keçikên gund gîşk ji keçika axa loma dikin, dibên "tu keçika axayî, te xortekî veng nekir, te çû mare pîre ji xwe ra kire mer" . Keçika axa qet esa xwe (dengê xwe) nake, devê xwe ji hev nake". Ji ber ku dîlan sê ro diajoye, Lawikmar cara duduya dîsa bi hespe xwe yê spî, bi kincên xwe yên spî te ye dîlane dîsa her kes radibe sêra wî, li wî mes dikin dîsa keçikên gund loma ji keçika axa dikin, keçika axa dîsa qet esa xwe nake, devê xwe ji hev nake. Cara sisîya Lawikmar dîsa te ye dîlane, çavê her kesî dîsa li wî ye û dîsa her kes ji keçika axa loma dike, dibên "te xortekî weha nekir, pê ra nezewicîyî, tu bi marekî ra zewicîyî" îdî keçika axa xwe nagire û dibê "we çi devê xwe kirîye kezeba min, hûn çi loma ji min dikin! Ew xortê ku hûn qale dikin merê min e, ew xwe dike tonî marekî, bi rastî ew va xorta ye" . Merê keçika axa Lawikmar, li wê dere wenda dibe!

Keçika axa rûdine digîre, dibê "wî ez çend caran teme kirim, go qet qala min ji ti kesî ra meke, min çima qala wî kir!" .

Gotina Lawikmar hate bîra wê, ew dihere mala bavanên(dî û bavê) xwe bi bavê xwe yê axa ra dibê "şiveke hesinî bi çarxekê va ji min ra bîne, ezê bi gund-gund li wî bigerim". Ew şiva hesinî dike dest xwe, çarxa xwe dike lingên xwe û bi gund-gund mîna parsekekê li wî digere, lê qet raste wî na ye, lê ew aciz nabe, ji gundekî dihere gundekî din, bi vî awayî heft sal derbas dibin.

Rokê dîsa berê wê berve gundekî ye û rewîtîya wê berdewam dike, dema ku ew nêzike gund dibe şiva wê ya hesinî xwar dibe û çarxa di lingê wê da jî poze xwe qul dibe. Ew leva xwe gez dike û ew xenê dibe, dilê wê şa dibe, ew dibê "merê min li vî gundî ye". Ew dikeve nav gund, ew tî ye, devê wê miçiqî ye, dihere ser kanîyekê, li wir emsaleke wê çatiyên xwe ji kanîye tiji av dike, bi wê ra dibê "xêra xwe bi kûpe xwe avekê bide min, ez ji tîna da şewitîm", emsala wê dibê "na ez nadim, va kûpa ji bo merê min e, ew pir bedew e, di gund da bi tene ye, heft salin ew li vî gundî ye heta niha ti kesî bi kûpê wî av venexwar, tu jî venaxwî ". Ji ber ku merê wê jî bedew e û heft salin ku wenda bûye, ew dîsa leva xwe gez dike, di dilê xwe da dibê "ew merê min bi xwe ye", ew wê jine bi dengkirin dide û nêzike kûp dibe, bi diskî gustîlka tilîya xwe diavê hundirê kûp.

Jina ku kûpe xwe ji kanîye tiji av kirî vedigere mal. Lawikmar, her roj li sibe dema ku ji xewe radibe, berî her tiştî tasek av vedixwar, kûpe wî yê ave tim li ber balgî wî ye, dîsa sibekê ji xewe radibe û ji bo ku aveke xwe vexwe ew ji kûp ave berdide tasa xwe û gustîlk ji kûp bi ave ra dikeve tase, ew gustîlke ji nav ave derdixe, dike dest xwe û gustîlke nasdike, ew gustîlka xanima xwe ya bere bû, ew şaş û mat dime, porê wî dike qirçe-qirç, bi hêrs bane bermalîya xwe dike, dibê "te duh kûpê min da dest kesî?", bermalî dibê "jineke mîna parsek li min peyda bû, gotibû ez tî me, xwest bi kûpê te avekê vexwe, lê min neda wê, wê ez pir bi dengkirin dam" . Lawikmar zanî ku jina wî ye bere hatîye vî gundî, ew bi coşî, bi heyecan radibe li gund li wê digere û wê dibîne. Ew bi ser hev da digîrin, şa dibin, Lawikmar pê ra dibê "ez heft salin li vî gundî me, ez raste pîrekê hatim, li ba pîre dijîm, bi keçika pîre ra zewicîm, pîr ji min ra bû xwesî, ew pîreke merxur e (meriya dixwe), ezê te wek jineke xulam bibim mala me, ez bi wan ra bêjim va jina ê ji me ra xulamtîye bike, xizmet bide me".

Ew tên mal, jina Lawikmar a berê wek xizmetkarekê te ye nasandin, lê pîra merxur pir zehmet bi wê dike. Rokê heft broşan tîne, dibê van broşan ji min ra bi hestirkên çavên xwe tiji av bike, xulam ewqas li ber xwe dide, lê tene broşek jî tiji nabe, ew bê çare bi girî derdê xwe dike ber Lawikmar, halê xwe ji wî ra tîne ziman, Lawikmar lingê xwe li erdê dixe û av ji erdê derdikeve heft broş jî tiji dibin. Pîra merxur dibîne ku her heft broş jî tiji bûne, ew metal dime, şaş dime. Vê care pîra merxur heft balîya tîne ji xulamê ra û dibê "van balîyan ji min ra bi pirtikên çûçikên ewr tiji bike", xulam dîsa bêçare alîkarîye ji Lawikmar dixwaze, Lawikmar bi zimanê çûçikan bang dike û çûçikên ewr bi kom-kom dikevin rêze û tên ber xulame, pirtikên xwe didin xulamê, xulam jî bi van pirtikan her heft balîya jî tiji dike. Pîra merxur dema ku dibîne heft balî jî tiji bûne ew ji Lawikmar şuphe heytene. Lawikmar bi xulamê;xanima xwe ya berê ra dibê "pîra merxur bi me hesîya, ew dizane dilê min berve te ye, ew a me her dudu ya jî bixwe, emê sibe ji vir herin, birevin". Sibe dibe, Lawikmar dest, ling û devê xanima xwe ya ji pîra merxur girêdide, teştekê tiji av dike û du ordenga dike nav ava di teşte da, ordeng xwe li ave dixin di teşte da. Lawikmar bi xulama male yanî jina xwe ya sifteh va destê xwe dikin destê hev, berê xwe didin gundê ku heft sala berê terk kirin û dest bi rewîtîya xwe dikin. Pîra merxur biryar da bû ku xulam û Lawikmar bixwe, pîra merxur ji bo ku bixwe dihere oda xulamê, lê nabîne, dihere ber deriyê oda Lawikmar, dibihîze ku dengê ave te ye, ji ber wê jî keçika xwe bi Lawikmar va seriyên xwe dişune, ew naxwaza rehetîya wan birevîne, ew li ber deri dipe ku ma serşuştina wan xelas bibe û paşe Lawikmar bixwe, heta nîvro dipe lê tim dengê ave te ye, ew dibê "va çi serşuştina veng e!", îdî nape dikeve ode. Lê çi meske! Di ode da di teştekê da du ordeng xwe li ave dixine û keçika wê jî dest, ling, dev hatine girêdane. Pîra merxur dizane ku xulam û Lawikmar revîya ne, bi hêrsekî dikeve pê wan, li dûre du qeratîya dibîne, dibê "paşîya wan hat, ezê wana her dudu ya jî bixwim". Lê dema ku ew nêzike wana dibe ti kesî nabîne, li wir du mar hene yek spî ye, yek reş e. Pîra merxur bêçare vediger mal. Rewşe ji keçika xwe ra qal dike, dibê "min her du jî dîtin, lê ez nêzikê bûm ew her du jî wenda bûn, du mar li wir hebûn yek spî, yek jî reş bû", keçika wê dibê "marê spî Lawikmar e, marê reş xulam e, te çima nexwar?". Pîra merxur dîsa dikeve pê wan, ew dîsa du qeratîya dibîne, lê dema ku ew nêzika wan bû dîsa ti kes tunebû, kanîyek hebû û bi ser kanîye va tasek hebû. Ew dîsa bêçare vedigere mal, rewşe ji keçika xwe ra dibêje, keçika xwe dibê "kani Lawikmar e, tas jî xulam e, te çima nexwar?" . Pîra merxur dîsa dikeve pê wan, dibê vê care min çi dît ezê bixwim, ew du qeratîya dîsa dibîne û dema ku ew nêzika wan qeratîyan dibe, her du qeratî jî dibin du kevok û difirin. Pîra merxur zanî ku ew bûne du kevok, lê îdî şa nake, nikare wana bixwe, ew bûne kevok û baskên xwe li hev xistin firîyan û çûn. Pîra merxur, bê teqat dime, bêçare vedigere mal, saxîya xwe ji wan dike, dest ji wan ber dide.

Her du kevok; Lawikmar û jina wî, baskên xwe li hevdu dixin, berê xwe didin gundê ku heft salin terk kirin, gund, bajar, çîya gîşk li paş wan dimen û ew tên gundê xwe, li ber mala xwe datewistin. Ew ji tone(qilixê) kevokan derdikevin. Lawikmar îdî ne lawikê ku di nav qalikê mar da ye, ew lawikekê bejin zirav, bejin bilind e, keçika axa jî bi wî serbilind e. Dî û bavê Lawikmar ji xeman, ji wendabûna Lawikmar û bûka xwe bêhal, bêteqat ma ne, çavên wana kor bûn e. Lawikmar destê xwe bi ser çavên wana digerîne û çavên wana ronîya dine, şewqa bejna Lawikmar û bûka xwe dibînin.

Axayê gund;bavê jina Lawikmar gotibû "wexta ku keçika min hate gund kê xeber da min, ezê nîvî yê malê bazirganîya xwe bidimê". Dî û bavê Lawikmar gotibû "heta ku Lawikmar venegere mal, em ocaxê xwe vênexin".

Jineke xizan li gund hebû, ew dibîne ku paca(dûkêşa) mala Lawikmar dû dike, dimeşe xebere dide axayê gund. Axa nîvîye malê bazirganîya xwe dide jina xizan. Axa li gund heft ro, heft şev daweteke mezin çêdike, li gund çend gundî hene gîşka dawet dike, her kes li wir dîlane dike.

Derd, xem, gîşk xelas dibin û şûna xwe didin dilşayî û kêfxweşî ye.

Li vir qedîya çeroka min

Sinîyek mit û mast li cumata min.

Views: 1040 | Added by: volongoto | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Name *:
Email *:
Code *:
Search

Calendar
«  August 2010  »
SuMoTuWeThFrSa
1234567
891011121314
15161718192021
22232425262728
293031

Entries archive

Site friends
  • bedava site yapimi

  • AGAHI
    Newroz Piroz Bè
    Tavsançali.ucoz.com
    Panoya Agahi
    Céjna Qurbanè Piroz Bé



    Tavsançali.ucoz.com
    Copyright MyCorp © 2024