Main Registration

Login

Welcome Guest | RSSThursday, 2024-04-25, 11:52 AM
Menu du site

Tag Board

Our poll
sitenin orani nasil
Total of answers: 14

Statistics

Total online: 1
Guests: 1
Users: 0

Blog
Main » 2011 » September » 4 » Firarên Binêxeta Fransawî 2 (NÛ)
6:58 PM
Firarên Binêxeta Fransawî 2 (NÛ)

Xurşîd MÎRZENGÎ - 04/09/2011 - 12:06

Ji ber ku hemiyê çîrokê dirêj e, dibe pirtûk, ez ê hin agihiyan bi her sê stiranan û şîroveyên ji devê dîdar û çîrokbêjan ji xwendevanên Ufkumuz re birêkim. Ji devê du kesên ku buyer bi çavên xwe dîtin, Hecî Şukriyê Koperî, (terefê bêbextiyê, zavayê Emerê Koperî, hevalên neyar) Şêx Salihê Mîrqulan (bêteref, hevalê qenciyê) min berhev kir. Di du pencereyên cûda de min gotin kirin tezbîh. Sofî Şewketê Helhelê û Hemê Axayê Safyan jî di du pencereyên din de buyerê behs dikin.

Bilî van dîdar û çîrokbêjan, ez çûm li herêma Seletê, ciyê qewimandinê de li çend gundan geriyam, bi şevan mêvan mam, bi mezin û piçûkan re ketim qal û qewxan. Bav û kalên wan çi digotin, min ji destê diduyan guhdarî kir. Bi malbata Şêx Evdirehäm, Şêx Mîzbeh, Cemîlê Seyda û yên ku ez gihîştin re axifîm. Sê stiranên ku ketine devê dengbêjan, min peyda kirin. Stiranek ji Huseynê Farê, yek ji Sidîqê Bozo, yek jî ji Nûroyê Elîparî. Her dengbêj stiranê awayekî, di şibakekê cûda de dibêje.
Stirana Cemîlê Seyda û Şêx Mîzbeh bi: Lê dayê, Fadimê dibê Stiyê payiz e ewran serê xwe deranî, ez ê dên û bala xwe didimê, min dî Mehkûmên Binêxeta Fransawî rabûn xwe girêdan bi mêranî, rahîștine rextên fișekan çep û rast bi kêlekên xwe ve danîn… dest pê dike
Ya Şêx Evdirrehîm bi:Lê dayê dilê min rebena Xwedê ji dilê betê, min dî sêzdeh peya, çardeh peya derketibûn ji Binêxetê, ji axan û axaleran, ji șêxan û begleran, ji Dirbêsiyê, berxê bavê min o, ji Dalekan ji Binêxetê...dest pê dike.
Ya Nûroyê Elîparî bi: Perîşanê lê lawo vê sibê dilê min di xemê da... De kula Xwedê bi kul be, têkeve berî mala Wisifê Rehîmê, Fesad û ewanê xopana deșta Sînaniyêdest pê dike.
Ji ber ku hemiyê çîrokê dirêj e, dibe pirtûk, ez ê hin agihiyan bi her sê stiranan û şîroveyên ji devê dîdar û çîrokbêjan ji xwendevanên Ufkumuz re birêkim. Piştî vê şîroveya kinik, ez ê we û Nûroyê Elîparî bi hev re bihêlim. Piştî Nûro, cara were jî Huseynê Farê û hin agahiyên din.
         ****   ***   ***   ***   ***   *** 
Perîșanê lê lawo, vê sibê dilê min di xemê da
De kula Xwedê bi kul be, têkeve berî mala Wisifê Rehîmê
Fesad û ewanê xopana deșta Sînaniyê
Telefonek daye Yuzbașiyê Bismilê
Dibê heft mehkumên Binêxetê
Hatine deșta Sînanê ber van avan, rasta vê Seletê
Di benda cuhê de, ji êvar da mane di xewê da…
Wî de lê lê lê
heft mehkûmên siwaran di benda cuhê da mane di xewê da...
De bila kula xwedê bi kul be,
Têkeve berî mala Yuzbașiyê Bismilê
Pêncî cendirme bi xwe re hilaniye
Ketiye xopana Seletê, wî, de, belê, ketiye
Gundê Iso, gundê Hacî, xopana Cirêtê,
Kafirxerecê, Kemerxelatê li Tavî û Seletê
Tabî û konên xwe kutane, mane te da…
Di berbanga sibê da, devê topan û mîtralyozan
Li mêrxasên mala bavê min girêda…
Wisifê Rihîmê bi sê denga gazî dikir,
Yuzbașiyê Bismilê, digo lawo,
Havîn e xweș havîn e…
Malikmîrato tu defter û qelema xwe ji berîka xwe derîne,
Navê wan mehkûman binivisîn e
Ez zanim vana kurê kî ne…
Siwarê pêșî gurê ordiya, kekê Șêx Fehîm, Șêx Evdirrihîm e
Siwarê diduyan navê wî Silêman e, bi eslê xwe Sûrî ne
Siwarê sisiyan Xalit e, ji Licê, mêran dikuje, talanan vedigerîne
Siwarê çaran Cemîlê Seyda, bi koka xwe licî ne
Siwarê pêncan Hîlmî Beg, bi eslê xwe mûșî ne
Siwarê șeșan torinê mala Bokarik, Șêx Mîzbeh, kurê Șêx Nûredîn e
Siwarê heftan torinê mala Wisifê Seydo, ji Geliyê Berazan,
Kurê Seydixanê Kerr, navê wî Silhedîn e
Wî de hayla lê wayê, hayla lê wayê, haylê wayê…
Heya rojekî sax bim li darî dewrana dinyayê
Kula mehkûmên tola Perîșanê, hêsîrên nava genim
Ji dilê min dernayê… Wî de wayê wayê wayê...
Wisifê Rehîmê gazî dikir, Yuzbașiyê Bismilê
Siwarê hefta ye, kurê Seydixanê Kerr e
Kuro lawo, navê wî Silhedîn e
Silhedîn bi sê dengan gazî dikir
Wisifê Rehîmê lawo,
Wezê bi çola Perîșanê diketim bi darê ter e…
Heyla li min korê…
ev sala hefta ye rom xayin e
Sarinc e, ji firarên mala bavê min venagere…
De îro ji êvara Xwedê da,
Li çola Perîșanê, lê belê vê sibekê
Li herêma xopana Mîrqulya
Li pey Șêx Evdirrehîm, gula șêxleran
Șêx Mîzbeh, Cemîlê Seyda, gamêșê golgeniya,
Lawo wele șer e...
Li milê rastê tê dengê Cemîlê Seyda
Li milê çepê tê dengê Silho, kurê Seydixanê Kerr e
Silho bi telaqê jinberdanê sond xwariye
Ketiye ser riya Sehdiyê, ji milê Bismilê venagere
Lê belê Cemîlê Seyda bi sê denga dikir gazî
Șêx Mîzbeh lawo, tu bi ku da diçî?
Șêx Evdirrihîm bi sê guleyên modoliyê birîndar e
Li gola Heso Șûjono, ji êvar da
Rê lê girtî, venagere…
De heyla lê wayê, heyla lê wayê heyla lê wayê…
Lê belê sibe ye
Min dî Cemîlê Seyda bi sê denga dikir gazî
Wisifê Rehîmê digo
Lawo dilê min ji dila dilekî dîn e…
Malikmîrato namûs û xîreta te li pêșiya me tunîn e
Lawo wem xerîb in, perîșan in, wem rêwi ne…
Nefîrama giran ji ser me vegerîn e…
Wele eger tu bawer nakî, nîvê me seyid,
Nîvê me mesebî ne
De Wisifê Rehîmê

Not: Sê qîte ji stiranê kêm in. Hemiyê stiranê li ba min heye, lê ne hazir bû...

cemil son.jpg

 
Ji wan lehengan, ancax heya niha min ji neviyên Cemîlê Seyda ev dirûv peyda kir. Pir qelîte nebe jî hêjaye, lewra dê cara ewil dirûvekî Lehengê Xiyalan were weşandin.
Views: 774 | Added by: volongoto | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Name *:
Email *:
Code *:
Search

Calendar
«  September 2011  »
SuMoTuWeThFrSa
    123
45678910
11121314151617
18192021222324
252627282930

Entries archive

Site friends
  • bedava site yapimi

  • AGAHI
    Newroz Piroz Bè
    Tavsançali.ucoz.com
    Panoya Agahi
    Céjna Qurbanè Piroz Bé



    Tavsançali.ucoz.com
    Copyright MyCorp © 2024