Main Registration

Login

Welcome Guest | RSSSaturday, 2024-04-20, 10:21 AM
Menu du site

Tag Board

Our poll
sitenin orani nasil
Total of answers: 14

Statistics

Total online: 1
Guests: 1
Users: 0

Blog
Main » 2010 » October » 29 » Diroka Kurdistane-v-
7:37 PM
Diroka Kurdistane-v-
Dîroka Kurdistanê-V-


Der heqê Hûriyan de nivîsara herî kevn a ku heta niha hatiye dîtin, nivîsara ku li başûrê Mêrdînê der heqê bajêrê Urkiş de ye. Beriya Medan ji serdema dîroka Kurdistanê derbasbûyî ya 2 hezar û 300 salî re em dikarin bibêjin serdema Hûriyan

29/10/2010

Di serdema koledar de kurd

Mehmet Şuhîn

mehmetsahin_amed@hotmail.com

JI BO KURDAN NAVÊN KU HATINE BIKARANÎN
Navên ku sumeran li kurdan kirine: Horit, Huri, Guti, Kasit, Kur, Kuri, Kurti
Horit- Kur: Çiyayî, Kurti; Çiyayiyan
Guti : Xwedî ga û sewalan
Kasit: Kedkar, Kurdên kedkar
Li gorî lêkolînên Dr. Asad Khailany çavkaniyên ku hezar salan de hatine nivîsandin wisa behsa kurdan kirine:
Şaristaniyên ku li heremê jiyîne an jivir derbasbûne û di nivîserên wan de kurd:
Sumeran (Sumerians) - Karda, Kurti ve Guti, Babilan (Babylonians) - Garda ve Karda,
Asuriyan (Assyrians) - Qurti ve Guti, Grekan (Greks) - Kardukh ve Gordukh,Ermeniyan (Armenians) - Kortukh ve Gortai-kh, Persan (Persians) - Gurd an jî Kurd, Süryaniyan- (Syrians) Kardu û Kurdaye, İbraniyanû Keldaniyan (Hebrews and Chaldeans)- Kurdaye, Aramaiyan û Nesturiyan (Armamic and Nestorians)- Kadu, Berbanga di serdema îslamî de nivîskarên ereb (Arabs) - Kurd (piranî Akrad), Ewropiyan piştî zayînê di sedsala 7’emîn de (Europeans) – Navê Kurd bikaranîne.

KURDISTAN:
Kurdistan parçeyekî erdnîgariya Rojhilata Navîn e, mezinbûna wê derdorê 550 hezar kîlometre ya çargoşeye. Di 1639’an de bi peymana Qesr-î Şîrîn bûye du parçe, di 1923’yan de bi peymana Lozanê bûye çar perçe. Çar dewletên ku li Kurdistanê deshilatdarin ev in; Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îran e.
Li cihekî gelekî stratejîk cih digire. Di sêgoşeyê sê parzemînan de cih digire. Ev parzemîn Asya, Afrîka û Ewropa ne. Noqteya ku her sê parzemîn digihêjin hev Kurdistan e. Ji ber vî cihê wê yê stratejîk kê xwestibe di van her sê parzemînan de bi hêz bibe û pêşkeve di serî de xwestiye ku Kurdistanê zept bike an jî piştgiriya kurdistaniyan bigire. Loma her gav bûye qada şer û pevçûnan. Ev rewşa wê ya taybet îro jî neguheriye.

ERDNÎGARIYA KURDISTANÊ YA KU JI HÊLA DERDORA VE TÊ PEJIRANDIN EV E
Li Bakur ji herêma Sêvasê ji ava sor dest pê dike, bajarên Erzingan û Erzeromê jî tê de heta bajarê Qersê diçe.
Ji bakurê rojava de Koçgirî, Suşehrî, Îmranlı, Hafik, Zara, Divriği, Kangal û ji Koçhisarê digihêje Sêwasê. Li herêma Kayseriyê ji Sarizê dest pê dike Mereş, Dîlok, Kîlîs, Efrîn û Kobanê jî tê de heta Çiyayê Kurdan diçe. Ji wê rê jî heta bakurê rojavaya Helebê diçe.
Ji Rihayê dest pê dike ji Cizîr digihêje Dîcleyê. Sincar, Mûsil, Hewlêr, Silêmanî, Kerkûk, Xanekînê Mendelidenê û herêma Loristanê jî di nav xwe de dihewîne.
Li herêma Îranê, ji Makoyê dest pê dike, rojavayê gola Urmiyê, herêma Soma û Bradost jî tê de; bi hewandina Mergever, Mahabad, Sine, Bokan, Sakiz, Bane, Serdeşt, Merivan, Hewreman, Kirmanşar û Kasrişirin derbasî bakurê Kendava Basrayê dibe û li dawiya herêma Lor bi dawî dibe.

SERJIMAR:
Ji ber parçebûna Kurdistanê şert û merc derfet nadin ku jimartineke rasteqîn bêkirin ji ber vê serjimara kurdan a rasteqîn ne pêkan e ku derkeve holê û bê zanîn. Li gorî texmînan li Tirkiyeyê: 25 milyon, li Îranê: 12 milyon, li Herêma Federal a Kurdistanaê: 5 Milyon, Li Sûriyeyê: 2 milyon bi tevahî der dorê 44 milyon serjimara kurdan heye. Ev texmîn li gorî îstastîkên dewletan têne kirin dibe ku hêj zêde be.

OL:
Kurd ji hêla olê ve civakeke gelek heterojen e. Di nav civakê de endamê cure bi cure olan hene. Lê belê piraniya kurdan îslamîyet pejirandine û ji mezhepa sûnî ne. Li Tirkiyeyê û li Îranê piraniya kurdan sûnî ne hinek ji wan jî elewî ne. Ji bilî van kurdan; şîî, êzîdî, cuhî, zerduştî, xirîstyan jî hene.

ZIMAN:
Zimanê kurdî, di malbata Hind-Ewropî de di milê Hind-Îranî de cih digire. Li gorî texmînan bi zimanê kurdî li cîhanê 40-50 milyon kes diaxive. Zaravayên zimanê kurdî yên sereke ev in; kurmancî, kirmanckî, soranî û goranî ne.
Ji ber zext û zorê kurd li çar alî cihanê bela bûne. Ji ber vê mirov dikare bibêje zimanê kurdan li çar alî cihanê tê axaftin. Îro tenê li Iraqê Herêma Federal a Kurdistanê weke zimaneke fermî hatiye pejirandin. Li parçeyên din zimanê kurdan bi fermî nayê nasîn.

SERDEMA HÛRIYAN (BERIYA ZAYÎNÊ NAVBERA 3000 Û 700 SALÎ)
Der heqê Hûriyan de nivîsara herî kevn a ku heta niha hatiye dîtin, nivîsara ku li başûrê Mêrdînê der heqê bajêrê Urkiş de hatiye nivîsîn ew e.
Heta derketina Medan ya sedsala 7’emîn, ji serdema dîroka Kurdistanê derbasbûyî ya 2 hezar û 300 salî re em dikarin bibêjin serdema Hûriyan.
Nivîsa bi zimanê Hûrî
Di serdema Hûriyan de pêşveçûyîna zimanên aryên digihêje asta herî bilind.
Beriya zayînê 2 hezar salî li başûrê Mêrdînê li bajêrê Urkîşê ji hêla qral Tiş-atal ve ji xweda Nerigala re tabletek tê nivîsandin. Ev nivîsara tableta ku hatiye dîtin nivîsara herî kevnar ku heta niha di perestgehan te hatiye dîtin.
Kolînên arkeologan ên li Arapha- Kerkuk o Nuzi beriya zayînê aydê hezar û 550 û hezar û 400 salan bi hezaran tabletên bi zimanê Hûriyan hatine dîtin. Ev jî nîşan dide ku zimanê Hûriyan li erdnîgariya derdorê belav bûye. Lêkolînên di warê dîroke de nîşan didin ku li Hîtîtê, li Urartûyê û li Helebê zaravayên zimanê Hûriyan hatiye axaftin.
Hin qral û prensên Hûriyan:
Kummuhu, Melidi, Gurgum, Ungi/Unqi, Kaman, Kaska, Nairi, Şupria, Urkiş, Muşku, Urartu, Namar, Subaru, Mard, Lulubi, Kardu, Zamua, Elippi, Manna û Guti. Hwd.
Navê eşîr û warê kurdan ê ku îro hene ji van navan ji sê paran du parê wan ji serdema Hûriyan mane û heta îro hatine.
Çend Mînak ji van navan:
MuşkuàMuş, MardàMardin, MelidiàMalatya, LulubiàLor, SubaruàZebari,
Beriya zayînê 2 hezar sal berê bajarê sereke ev in: Riha, Amed, Mêrdîn, di navbera Kerkûk û Mêrdînê de gelek bajar, Nuzî hwd.
Şaristaniya Hûriyan; Bi taybetî di mîtolojiyê de, di olê de û di qada nivîsariyê de gelek pêşketinên girîng bi dest xistin e.
Nivîsa Hûriyan: Nivîsa bizmar bi kar anîne, nivîsa bizmar a Hûriyan û yên Hîtîtan gelekî dişibe hev.
Zimanê Hûriyan: Li Rojhilata Navîn ji zimanên balkêş yek û herî balkeş jî zimanê Hûriyan e. Zimanê Hûriyan zimanê protokurdan e û niha tunebûyî ye.
Zimanê Urartiya doma zimanê Hûriyan e. Zimanê Mîtaniyan, ji zimanê Hûriyan protokurda û ji kurdî ya Aryen pêk tê.
Metna nivîsi ya wê dema Hûriyan a herî girîng, nameya ku Qral Tuşata beriya zayînê di navbera hezar û 380 û hezar û 350 de ji qralê Misrê re rê kiriye.

XWEDA Û XWEDAVANDÊN HÛRIYAN
Xwedayên Hûriya ji hêla Hîtîtan ve hatinê pejirandin.
Xwedawenda Hûriyan "Hepat” dûre bi şîroveyeke cuda dibe Hawa.
Di Hîtîtan de dibe: Kupapa, di Firîga de dibe: Kîbela, Di Araba de dibe: Kîble, Di Sumera de dibe: Îştar-Înnana, li Misirê di be: Îsîs, di yewnanyan de dibe: Afrodît, li Romayê dibe: Venus, di olê Îsa de dibe Meryem.

XWEDA:
Teşup, xwedayê bahoz, xwedaya Hepat, Şimegi xwedaya Rojê, Kuşuh; xwedayê heyvê û stêrka. Şauşka xwedayê çiya ye. Namni û Hazzi xwedayên ku jî Hûriyan hatine standin ev in. Xwedayê hîtîta înra, Mîtra, warîna, xwedayên hîtîta jî dişibin hev.

MÎTOLOJÎ:
Mîtolojiya Hûriyan bandoreke mezin li Hîtît, Fenîke û Helenan kiriye.
Efsaneya Gilgamêş ê ku li Hatuşaşê belgeyên wê hatine dîtin bi zimanê Akadî, Hurî û Hitîtî hatine nivîsandin. Nivîsa Hûriyan nivîseke nû û şîroveyeke taybet e.
Xwedayê Hûriyan ê herî mezin efsaneya Kumarbî ye. Wergera vê efsaneyê ya ji zimanê Hûriyan derbasî zimanê Hîtîtan li Hatûşaşê hatiye dîtin. Ji Hîtîtan derbasî Fenîkiyan û derbasî Helenan dibe.
Bandoreke mezin li eserên Homeros û Hesîodos kiriye.

OL:
Di hûriyan de rikn o hîmên ol, gelek saxlem in, ol ji hêla rahîbên gelek bi hêz û pêşketiya ve dihat bi rêxistinkirin. Jo ber vê ola Hûriyan heta welatê Hîtîtan jî belav bûye.
- Nivîsên Hîtîtan ên ku li perestgehê Yazlikaya yê hatine dîtin tev bi zimanê Hûrî ne.
- Di warê Mîmariyê de, di wênesaziyê de, di çêkirina vazoyê de, di bikaranîna mor de hwd. pêşketinên gelek hêja pêşkêşî mirovahiyê kirine.
XWEDAYÊN HÛRIYAN Û YÊ SUMERAN SUMER HURÎ
Xwedayê asîman: En Annu
Xwedayê erdê: Enkî Kumbari
xwedawend: Înana Teşupba- Hepat

NÎŞE: Derketina xwedayê ramanî û hişmendiya wê di serî de di Hûriyan de pêş dikeve dû re derbasî Sumeran dibe.
Di Grekan de: Zeus, Apollon, û Afrodit e
Di Romayê de: Venüs ve Jupiter e
NÎŞE: Di Babilê de; beriya zayînê 2000’ î de di pevçûna Enkî û Înanayê de jin statuya xwe winda dike û bi têkçûneke dîrokî re rû bi rû dimîne.

Etîmolojiya navê rûbara Dîcleyê

Di zimanê kurdî de ji peyva "tij” û "tîr” ê pêk tê. Ji ber ku rûbara Dîcleyê gelek tîj diherike wek tîra ku ji kevanê derkeve diçe û tevahiya bendava hildiweşîne.
Ji guherîna peyva Tij- Dij- Dijle- Dicle pêk hatiye.
Di lîteratura cîhanê de navê Dîcle wek "Tîgrîs” tê nasîn. Ev nav ji yewnanan derbasî lîteratura cîhanê bûye. Di alfabeya yewnanan de tîpa "j” tuneye dewsa wê de "g” cih digire. Her wek : Tij- Tîr = Tig-Tigr- Tigris pêk hatiye.

ETÎMOLOJIYA NAVÊ RÛBARA FIRATÊ
Navê rûbara Firatê di lîteratura rojava de Euphrates tê zanîn. Ji zimanê yewnanan derbasî lîteratura rojava bûye.
Navê Firatê ji peyvên zimanê kurdî "Fere-Re” û "Hat” pêk tê. Di zimanê kurdî de wextê kon av lê tê kirin li gorî şeklê wê tê kirin. Ji ber ku ava Firatê fireh diherike jê re gotine "fire-tê” an "fire-hat” Ferehat
Ferehat- Euphrate- Firat

Views: 1304 | Added by: volongoto | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Name *:
Email *:
Code *:
Search

Calendar
«  October 2010  »
SuMoTuWeThFrSa
     12
3456789
10111213141516
17181920212223
24252627282930
31

Entries archive

Site friends
  • bedava site yapimi

  • AGAHI
    Newroz Piroz Bè
    Tavsançali.ucoz.com
    Panoya Agahi
    Céjna Qurbanè Piroz Bé



    Tavsançali.ucoz.com
    Copyright MyCorp © 2024