Dengbêj Evdî - 2 October 2011 - Blog - Personal site
Main Registration

Login

Welcome Guest | RSSSaturday, 2016-12-03, 12:33 PM
Menu du site

Tag Board
50

Our poll
sitenin orani nasil
Total of answers: 12

Statistics

Total online: 1
Guests: 1
Users: 0

Blog
Main » 2011 » October » 2 » Dengbêj Evdî
11:34 PM
Dengbêj Evdî
Dengbêj Evdî  Fikret WANÎ - 01/10/2011 - 19:56

Evdal  dibê qulingo bihare bi ser me da,

Me qîrîne, dibê per û baskê qulingê min şikestine…

Çavê Evdalê Zeynikê kore, rê nabîne,

Kesek xwedan xêr tune, bi destê Evdalê Zeynikê bigire,

Bavê ser ocaxa Şêx Badînê ,belku diakê bixwaze ji Xaliqê alemê,rebbê jorîn…

Li  min wayê, li min wayê…

Xwedê çavê Evdalê Zeynê saxke, per û baskê qulingê min biceribîne,

Li min wayê, li  min wayê…

Temo lawo, felek xayîne bi bavê tere, çibikim nayê rayê

Li min wayê, li  min wayê…

     Her dengbêjek xwedanê xem û kulekêye. Yê ev kirinî dengbêj ev derd û kederên wanin. Ewan dengbêjan, jîyana xwe ya rengîn û xemgîn bi dengê xwe yê  zelal xemilandine û heta roja  îro hatine. Wekî  dengbêj Evdî…

    Salên 1940’an bû. Evdîyê  Bejingirî, meha adarê, serê sibê rabû,  barê genim  li gayê xwe kir  û ji bo çend hewceyîyên malê, bera xwe da alîyê bajarê Wanê. Bi tinê serê xwe bû. Rêya wî  gelek  dûr û dirêjbû. Deşt û dol; nizar û beroj; zozan û çîyayên welat, ber dengê wî yê tîz û zelal dihejîyan. Strana dengbêjê navdar, pîrê dengbêjan ya Evdalê Zeynikê ya bi navê  ‘Temo Lawo’ her dem di ser zimanê wî de bû;

Ez Evdalê Zeynê bûm

Wextekî xortekî çarde salî bûm

Suwarê canîka  sê salî bûm,

Li dîwana hekîm û mîran

Beg û begleran bûm,

Dengbêjeke serekê dengbêjan bûm.

Di kalîyê, di korîyê, Temo lawo!

Mirin çêtire, halê feqîrîyê…

Li min wayê, li  min wayê…

    Evdî, çend şev û rojan rê çû. Di wê rewitîya dijwar de, di newal û deşt û zozanên welêt de, carna rastî guran û hirçan; carna rastî kêvroşk û xezalan dihat. Dem dema meha adarê bû. Dengê qulingan mizginîya biharêbû. Belekî ketibûn erdê. Belekîyên berfê wek rûpeleke sipî, her derdorên welat xemilandibû. Newal û kendal û gelî  diherikîn. Dengê çeman û vîçe vîça  çivîkan ahengekî siruştî dianî holê. Sarê gayê koço, Evdîyê dengbêj ber wan dîmenên bêhempa dikete nav xeyalên kur. Pite pita dilê wî bû. Dilê wî diherikî wekî Çemê Zapê. Hêstên wî wekî tîran ji kezebê dihat û dibû qîre qîra wî, stranên ser  xemgînî û bêkesîyê digotin.

     ‘Rebeno, jaro, êxsîro Evdî, bêkeso, feqîro, birçîyo evdî….’

    Sarê gayê koço, dengbêj Evdî, piştî çend şev û rojan, serêvarekê gihîşte deşta gundê Êrmanisê. Difikirî ku yê wê şevê li gundê Ermanisê derbasbike. Lêbelê feleka xayîn ji ber Evdî’yê reben kemîna xwe danîbû. Nişkêwa rengê hewayê veguhurî. Ewran da asîmanan. Berfê  lêkir û kulî kulî barand. Bû ba û bahoz û bager. Evdîyê feqîr rêya xwe şaş kir û xelitî. Ber bandora bager û firtonê çav çavan nedidît. Evdî bêçare ma û hevsarê gayên xwe bi zept girt û pişt kevireke mezin runişt. Berf hindî diçû zêdetir dibarî. Paşê bû şev û tarî. Her tişt dijî wî diçû. Wext derbas bû. Derengî şevê, berf sekinî  lêbelê şev sayîbû. Sir û seqemê bêhna  wî dibirî. Dest û pêyên wî  cemidîbûn. Bi hilma devê xwe dest û pêyên xwe germ dikirin.

    Çi rêyên xilasbûna wî tunebûn lêbelê wî dîsa jî hevîya xwe Rebbê alemê nedibîrî. Wext nîvê şevê derbasbibû. Evdî berberê nimêja sibê, bi kul û xeman, xwe gihîştande gundê Ermanisê. Hekîm û zanayên gundî xebera reş hilgirtin û derdora wî civîyan lêbelê çi derman   li derdê wî ra dedîtin. Gundîyan, piştî çend rojan  Evdî  birin Nexweşxana Wanê. Mixabîn tixtoran(bijîjk) jî çi çara başbûnê pêyên wî nekirin û bêçare, her du pêyên wî, ji çokan de jêkirin. Evdî, di  ser halê xwe  yê perîşan de dihelîya, feleka xayîn wekî çavê Evdalê Zeynikê kor kirî, ew jî kop kiribû. Evdî jî wek dengbêjê navdar Evdalê Zeynikê, hêst û dilîn û keserên  dilê xwe, di stranên xwe  yê xemgîn de dianî ziman.

     Evdîyo,rebeno!

     Bêçok û bêkudumo,

     Penc û baskên Evdîyên reben şikestine,

     Her du ling lê sirêbûyo,

     Deşta  Êrmanisê,

     Evdî mayî nav bagerê…

…            

    Xwedayê mezin dengekî xweş û zelal dabû wan dengbêjan lêbelê, ew Xweda, alîyekê dide, alîyekê jî distîne. Qedera mirov, azmûna(imtixan) mirove.

Views: 391 | Added by: volongoto | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Name *:
Email *:
Code *:
Search

Calendar
«  October 2011  »
SuMoTuWeThFrSa
      1
2345678
9101112131415
16171819202122
23242526272829
3031

Entries archive

Site friends
  • bedava site yapimi

  • AGAHI
    Newroz Piroz Bè
    Tavsançali.ucoz.com
    Panoya Agahi
    Céjna Qurbanè Piroz Bé



    Tavsançali.ucoz.com
    Copyright MyCorp © 2016