Main Registration

Login

Welcome Guest | RSSThursday, 2024-04-18, 2:01 AM
Menu du site

Tag Board

Our poll
sitenin orani nasil
Total of answers: 14

Statistics

Total online: 1
Guests: 1
Users: 0

Blog
Main » 2011 » August » 14 » ÇÎROKÊN HEZAR Û YEK ŞEVÊ
6:29 PM
ÇÎROKÊN HEZAR Û YEK ŞEVÊ
ÇÎROKÊN HEZAR Û YEK ŞEVÊ
                                       Çîroka Şah Şehriyar û Birayê wî Şahzaman

Çîrokên hezar û yek şevê di nava Wêje û çîrokên Rojhilata Navîn de berhemeke herî navdar, balkêş û hêja ye. Hêjayiya van çîrokan li hemû derên cihanê tê qebûl kirin û hema hema ji bo her zimanî hatiyê wergerandin.Resim:Harun-Charlemagne.jpg

Navê vê berhemê yê resen bi kurdî ye û Destanê hezar şevan e. Lê di nava demê da ji bo hîn balkêştir be, gotine Çîrokên hezar û yek şevê hatiye bikaranîn. Piraniya wan çîrokan di nava eceman de derbas dibe. Li gor hin nivîskaran Şehrazad bi xwe kurd e. Lê Şehrazad kurd be, an ne kurd be, ev çîrokên giranbiha yê welatê Rojhilata navîn in. Gava yê ecem be, Bi aliyê kok, çand û ziman ve ecem û kurd ji hev ne pir dûr in.


Ji rayê wê bêtir ya girîng, wêjeya di nav naveroka wan çîrokan de ye.
Çîrokên hezar û yek şevê 16 pirtûk in û zêdeyî sê hezar rûpel in. Her çendî ji bo hemû zimanên cihanê hatiye wergerandin jî, le mixabin wergerê bi kurdî tuneye. Bi rastî ne karekî hesan e, le min dixwst ez wan çîrokên hêja wergerînim zimanê kurdî. Ev kar her çiqas bi zahmet bi jî, hêjayî zehmetiya ne. Û him jî çîrokên erdnîgariya welatê me ne. Ger derfetê min hebê, ji min bê, ezê hewl bidim ku wî karî bikim.  Lewre ne wergera Çîrokên hezar û yek şevê ji bo wêja ya Kurdî kemaniyeke mezin e û divê ev kêmasî ji holê bê rakirin. Ev bi serê xwe karekî welatparêzi, netewî û wêjeyî ye.

Çîrok bi kurtî waha ye :
Dibêjin ku di dema hukumdarî ya  Sasaniyan de ji Hind heta Çîn du Qralên birayê hev hebûn e. Navê birayê mezin Şehriyar û yê biçûk jî Şahzaman bûye. Her du jî jêhatî û mêrxas bûne, lê yê mezin ji yê biçûk hê jêhatîtir bûye. Her du birayên hukumdar li welatê ecem hukum dikirin. Ji ber ku adil bûn gelê wan gelekî ji wan hez dikirin û pir bi hêz bûn. Her yekî li beşeke welatek bîst sal bû ku hukum dikirin.

Birayê mezin Şehriyar bêriya birayê xwe yê biçûk Şahzaman dike û dixwaze wî bibîne. Şehriyar ferman dide ku wezîrê wî here, birayê wî bîne ba wî. Wezîr diçe, bi silametî digihêje welatê Şahzaman, derdikeve hizûra wî û daxwaziya birayê wî jê re dibêje. Şahzaman jî bi vê pir kêfxweş dibe. Wezîrê xwe dike wekîlê xwe û berî dide welatê birayê xwe.
Gava Şahzaman, wezîrê birayê wî û xulamên wan bi rêve diçin li derekê ji bo westa xwe der bikin navberekê didin û ji hespên peya dibin ku rûnên. Ji nişka ve tê bîra Şahzaman ku dê diyariyek ji birayê re wê bibira, lê wî ew li mal ji bîr kiribû. Ji ber vê çendê, dîsa ji wir bi şûn ve vedigerin, tên malê. Dema Şahzaman bi şev digihîje malê, bala xwe dide ku yekî reşik di himbêza jina wî da ye. Şahzaman ji qehiran hişê  xwe wenda dike, şûrê xwe dikişîne û di cîde serê herduyan difirîne û şûnde dîsa berê xwe dide welatê birayê xwe.
Piştî çend rojan Şahzaman digihêje bajarê birayê xwe Şah Şehriyar. Şehriyar ji bo birayê xwe şahiyek mezin li dardixe û bi coşek mezin wî pêşwazî dike. Lê Şahzaman her bê mad bû û bi xemgînî diponijî. Birayê wî jî xwe bi xwe digot; qey ji ber ku ji selteneta xwe dûr ketiye, loma aciz e. Gava ev xemgîniya Şahzaman domkir û dirêj bû, rojekê Şehriyar sedemê vê dipirse. Lê ew naxwaze ji birayê xwe re tiştekî bibêje.
Ji bona ku bîna wî bikane hinekî fireh bibe, Şehriyar dixwaze wî  bi xwe re bibe nêçîrê, lê mixabin ku dike, nake, Şahzaman naxwaze biçe nêçîrê jî. Dema Şehriyar û xulamên wî diherin nêçîrê, Şahzaman bi tenê li qesrê dimîne.

Carekê bala xwe didê ku çi bibîne, derê hevşa qesrê vebû û komeke mêr û jin yên kole û jina birayê wî jî, di nav wan de xwe şilf û tazî kirin û ketin hewzê navenda hewşê. Nêrî ku çi bibîne, peyayekî reş jina birayê wî avêt erdê û bazda ser wê.
Dû re her kes li hev pehn bûn û hevdû li erdê vegewizandin, maç kirin û heta êvarê kutan hevûdû. Gava wî ew tiştina li ber çavên xwe dîtin, Xwe bi xwe re got :
 «Bi xwedê, li himber vê rewşê, tiştê ku di serê min de hatiyê, ne tu tişt e. »
Şahzaman li ser vê sosratê, derdê xwe ji bîr dike û wecê wî hinekî xweş dibe. Çaxa Şehriyar ji seydê vedigere, birayê xwe hinekî kêfxweş dibîne û sedemê vê meraq dike û jê dipirsî. Şahzaman li ser pirsa birayê xwe dibê :
 «Ezê xemgîniya xwe ji te re bêjim, lê tika min ji te heye, sedemê dilxweşiya min ji min nepirse.»  Û serpêhatiya xwe ji birê xwe re dibêje.

Lê belê dixwaze sedemê dilxweşiya wî bizane, lema Şehriyar dev jê bernade û gelekî bi ser wî ve diçe. Şahzaman mecbûr dibe ku tiştê dîtiye, yek bi yek ji birayê xwe re dibeje. Şah Şehriyar şaş û mat dimîne û qet naxwaze bi wan tiştên di derheqê jina xwe de bihîstî, bawer bike. Ji xwe re dibê :
«Ji bo ku ez bikanim pê bawer bim, divê ez bi çavên serê xwe bibînim.»

Şehriyar ji bona bawer bibe, rojekê dibeje ; « emê biçin nêçîrê. » Ew û xulamên wî ji qesrê  derdikevin, diçin. Li pey bîstek diherin û  Şah Peyayên xwe dişîne nêçîrê û ew bi dizî dîsa wedigere qesra xwe. Her du bira xwe di qesrê da vedişêrin û li ber pacê li derve dinerin û lê dipên. Piştî kêliyekê bala xwe didinê, çawa ku Şahzaman gotibû, dîsa jina wî û qeflek kole ketin hewşê,  şût  û ûryan  bazdan ser hev û xwe li hev boqandin. Gava ku Şehriyar wan tiştan bi çavên serê xwe dibîne, hiş û aqilê xwe wenda dike. Ji birayê xwe re dibêje :
«Keko, heger  tu gura min bikî, emê serê xwe hilînin û ji van derana dûrkevin û heta em ecebek ji ya ku bi serê me de hatiye, mezintir nebînin, emê venegerin. Padîşahtiya bê şeref nabe.»

Şahzaman jî wan gotinan rast dibîne û biryara birayê xwe dipejirîne. Herdû radibin, bi dizî ji qesrê derdikevin û diçin…

Herdû bira diherin cihek dûr, li bin darek li ser kaniyê radiwestin. Avê vedixwin û dixwazin hinekî bêhna xwe veke. Gava hîn li binê darê rûniştîbûn, dinerin ku ji nişka ve ewrekî reş û tarî rabû û li ezmana belav bû. Ji nava wê duxanê efrîtekî qerase yê sandiqekê li piştê ye, derket û berê xwe da dara ku ew li binî ne û hat. Herdû bira ji tirsa derdikevin ser darê. Efrît tê bin darê û sandiqa li pişta xwe datîne, vedike û ji hundirê sandiqê keçeke mîna perçê heyva çarderojî derdixîne. Efrît ji wê keçika xweşik re dibêje :
« Keça delal, tu zanî, min şeva daweta te, tu ji nava cihê te rewand. Ez dixwazim li bin vê darê serê xwe hinekî bidim ser çoga te û bîstekê razêm. »

Efrît bi wî awayî radizê û bi şûn ve keçik serê xwe radike û dibîne ku du kes wa n, li ser dara ew li binî ne. Keçik hêdîka serê Efrît ji ser çoga xwe radike û datîne erdê û dû re ji bin darê bi desta erdê şanî wan dike ku dakevin jêr. Lê ew ji tirsan newêrin dakevin xwarê.  Li ser vê keçika xweşik ji wan re bi dengekî hêdîka dibêje :
«Heger hûn neyên jêr, ezê Efrît şiyar bikim, û ewê we bixwe. »
Ji bona viya Şahniyar û Şahzeman bê çare bi xof ji ser darê peya dibin.
Datên û pey ve keçik dixwaze ku ew herdû jî bi wê re razên û ji berîka xwe kîsekî derdixe rava wan dide û dibêje :
« Ma gelo hûn dizanin qey ev çi ne ? »   û bi xwe bersîva xwe dide :
« Di vî kîsî de 570 gustîl hene. Xwediyê her gustîlekê li ser kloçê vî efrîtî bi min re yek bi yek razan. Divê hûn jî gustîlê xwe bidin min û bi min re razên. »

Li ser vê Şahniyar û Şahzaman jî gustîlên xwe ji tiliyên xwe dertînin û didin wê û pey re keçik ji wan re dibêje :

«Vî efrîtî şeva daweta min ez rewandim, xistim vê sandiqê, girêdam û avêtim binê deryayê. Lê ku em jin bixwazin tu kes û hêz nikane pêşiya me bigire û em dikanin wek xwe bikin. De ka werin bi min re rakevin. »
Herdû bira bi keçikê re radikevin û li ser wan gotinê wê şaş û matmayî dimînin. Her du ji hev re dibêjin :
« Bi xwdê ev, ya ji ku hatiye serê me gelekî xerabtir e. De rabe, em bizîvirin. »
Herdû bira dîsa vedigerin welatê xwe. Piştî vedigerin, Şehriyar jina xwe û hemû koleyan bi ser hevda dikuje.  Ji ber hêrsa jina xwe û qiza bi efrît re, digihîje wê baweriyê ku hemû jin bêbext in û biryar dide ku her şev bi keçekê re razê û serê sibê jî wê bikuje. JI wê rojê pêve dest pê dike, were jî dike.

Pişti demek dirêj û bi vî awayî gelek qizan dikuje û şûn ve, ji ber ku êdî zêde keç namînin, an jî herkes keçê xwe direvîne. Wezîrê wî jê re tu keçke nabîne û îcar dor tê keça wezîr. Wezîrê Şehriyar du keçên wî hene. Divê an keçekê peyda bike, an jî ji wan keçên xwe yekê ji Padîşahê xwe re bibe. Ji ber vê wezîr li serê xwe diheyire û nizane, wê çawa bike. Diçe malê, di nava wan fikaran de bi tirs diponije. Heger kesekî ji Serdarê xwe re nebîne, bêguman wê serê wî bê firandin.

Navê keça wezîr ya mezin Şehrazad û ya biçûk jî Dunyazad bûye. Gava qiza wî ya mezin Şehrazad bavê xwe yê wezîr di wî halê xerab û xemgîn de dibîne û sedemê wê bi nûgerî jê dipirse. Serokwezîr ji keça xwe re dibê :
« Keça min, qet ne tu bipirsî û ne jî ez bêjim. Xwedê derdekî aniye serê bavê te, bi serê kesî da neyne. Hema dev ji min berde û hew. » nûgeriya Şehrazad bêtir dibe, ji bo ku ew ji wê re bibêje, li ber wî digere. Gava Wezîr dibîne ku keça wî dev jê bernade, neçar dimîne ku mijarê ji serî heta binî jê re dibêje.
Gava Şehrazad bê tirs ji bavê xwe re dibê :
« Bavo, tu qet xema nexwe û îşev min ji Padîşahê xwe re bibe. »
Ew şaş dibe û li dij vê derdikeve.
Lê Şehrazad bi îsrar biryara xwe diparêze û ji bavê xwe re dibêje :
« Bavo tu qet meraq neke, bi îzna xwedê ezê hemû keçên vî welatî ji bin zulma wî Şahê zalim rizgar bikim. An ezê Azad bibim, an jî mirina min wê ji hemû keçên welatê me re bibe xelasî.Tu bi keça xwe bawer bî. »  
Di dawiyê de Şehrazad xwesteka  xwe bi bavê xwe dide pejirandin.

Dibêjin Şehrazad keçeke pir bedew û baqil bûye. Pirtûkxaneyeke wê ya pir mezin hebûye. Gelek pirtûkên çîrok û destanan xwendîbûye. Jiyan û çîrokên gelek xelk û hukumdaran jî zanîbûye. Şehrazad li gor xwe di serê xwe de ji xwe re planekê çêdike û wê plana xwe ji xweha xwe ya biçûk Dunyazad re dibêje û ji bavê xwe dixwazê ku mehra wê bi Kral re bibirê. Lê divê destûra Şah ji bo xweha wê jî pê rebe bê sitendin.
Şehrazad ji xweha xwe  Dunyazad re dibêje :
« Gava ku em çûn Qesrê û bi şev Şah hat ku bê nivîna min. Tu bibêje Şahê mezin, ji xwe hey tuyê xûşka min bikujî. Lê bira ji bo xatirê xwedê be ka, bihêle bira îşêv ji min re çîrokêkê bibêje û paşê tu çawa dikî bikî. »  
Dunyazad dibê :
«Temam. »
Bi wî awayî Serokwezîr û her du qizên xwe berê xwe didin Qesra Padîşah û diçin. Şah li cem xweha xwe mayîna Dunyazadê qebûl dike. Evarê dema ku Şah  Şehriyar diçe ba Şehrazad û dikeve nav nivînê wê, Dunyazad dibîne û ji nav nivînê xwe bi dengekî belengaz li ber wî digere, wek ku xweha wê jê re gotibû ku bihêle ew çîrokêkê jê re bêje. Şehriyar vê xwestekê jî qebûl dike û dûre Şehrazad dest pê dike çîroka « Têcir û Efrît » dibêje. Ev çîrok gelekî bala Şehriyar dikşîne. Lê êdî bûye destê sibê û Şehrazad çîrokê dibire. Şah ji Şehrazad re dibêje :
« Ka berdewam bike, min dawiya wê çîroka han pir meraq kir. »
Şehrazad jî dibêje :
«Ji xwe wa ye bû sibê, û dema kuştina min hat. Şahê min wê min bikujê. Lê heger Şahê mezin ku îro min bibaxişîne, ezê şeva bê, berdewama çîrokê ji Şahê xwe re bînim. »  
Şehriyar ji ber meraqa xwe vê qebûl dike û wê nakuje.
Şeva dudyan dîsa Şehriyar kêf û zewqa xwe bi Şehrazadê re dike û peyre, berdewama çîrokê dixwaze. Heta şevaqê Şehrazad çîrokê bi dawî dike.
Şehriyar dibêje :
«Bi Xwedê ev çîrok gelekî xweş bû.»
Şehrazad jî jê re dibêje :
 « Ya Şahê min ê mezîn, ma qey ev çi ye,  Hîn çîrokên ji vê xweştir hene, min dixwest ku ji we re bibêjim, va çîroka  li ba wan tew ne tu tiştekî ye. »
Şah wê rojê jî Şehriyarê nakujê,  da ku jê re çîrokên hîn balkêştir bibêje.
Bi wî awayî hezar û yek şev her şevakê Şehrazad ji Şehriyar re çîrokek ji ya din balkêştir dibêje, sê sal derbas dibe, sê zarokê Şehrazad û Şehriyar çêdibin.
Şehrazad bi vî huner û baqiliya xwe rê ji azadiya hemû jinan re vedike û dibe pêşeng.
Ji bo vê tê gotin ku Şehrazad di dîroka cihanê de wek carek herî pêşî, pêşdaraziyên di der heqa jinan de şikenandiye û bûye sembola tekoşîn û azadiya jinan.
Ji ber vê dibêjin ku tu caran tu kesî xwendina hemû çîrokên hezar û yek şevê bi tevayî xelas nekiriye û berî xelas bibe miriye.
Lê ev darazî ne rast e. ji ber ku min bi xwe heta nuha ne carê, du caran temamiya
Çîrokên hezar û yek şevê xwendiye û ez hîn jî sax im, ne mirime.

Abdulkadir Ulumaskan
Views: 1197 | Added by: volongoto | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Name *:
Email *:
Code *:
Search

Calendar
«  August 2011  »
SuMoTuWeThFrSa
 123456
78910111213
14151617181920
21222324252627
28293031

Entries archive

Site friends
  • bedava site yapimi

  • AGAHI
    Newroz Piroz Bè
    Tavsançali.ucoz.com
    Panoya Agahi
    Céjna Qurbanè Piroz Bé



    Tavsançali.ucoz.com
    Copyright MyCorp © 2024