Main Registration

Login

Welcome Guest | RSSThursday, 2024-03-28, 11:11 AM
Menu du site

Tag Board

Our poll
sitenin orani nasil
Total of answers: 14

Statistics

Total online: 1
Guests: 1
Users: 0

Blog
Main » 2011 » August » 7 » BAVÊ FEXRIYA SIWARÊ GÊJO
0:31 AM
BAVÊ FEXRIYA SIWARÊ GÊJO
BAVÊ FEXRIYA SIWARÊ GÊJO

( Strana 'Bavê Fexriya' gelek navdar e. Her ne dostan be jî, em dixwazin vê mehê straneke wisa bi nav û deng bi we bidin zanîn. Kekê we, Salih Kevirbirî li ser stranê nivîsek nivîsiye û gelek agahî daye hev. Werin em hin tiştan ji nivîsa wî deynin vir û dest bi stranê bikin: 'Bavê Fexriya, him serek, him jî mêrxasek ji eşîra Reşkotan bû. Ji mala Filîtê Quto bû. Navê wî yê rastîn, Sebriyê Hacî Mihemedê Mistê Quto ye. Navê hespê wî 'Gêjo' bû. Ew û birayê wî Yaho, di gelek serhildanên Kurdan de cî digrin. Lewma fermana wî radikin bi alî Sûrî ve. Lê vedigere tê welatê Xerzan. Dibe makûm û qeçax. Fexriya, navê keça Sebrî ye. Keçikeke Ermen (File) aşiqê wî dibe û stran davêje ser. Niha jî em bala xwe bidinê ku keçike çi gotiye')

Bavê Fexriya ew bihar e wextê cota
Ji xêra mala xweziyê Xwedê re
Min serê xwe daniya li ser çoka Bavê Fexriya
Min kul û derdê rezîl têr jê re bigota
Bavê Fexriya ew bihar e
Ji kula dilê min re xweş bihar e
Min dît Bavê Fexriya, kekê Yaho, torinê Mala Ezo
Ji tilî û pêçiyên xwe birîndar e
Ez ê rabim xwe bavêjim tor û bextê
Helakêrê File, vî hekîmî
Li bextê te û Xwedê me
Birînên Bavê Fexriya, kekê Yaho, torinê Mala Ezo
Bikewîne bi eşq û dil e
Ber û memikên min evdala Xwedê
Ji birînên Bavê Fexriya re bike piştderman e
Bavê Fexriya heyran li min hatî êvara înê
Ez ê rabim cîyê Bavê Fexriya, kekê Yaho, torine Mala Ezo
Deynim li koçka jorî, li eywanê, li şaneşînê
Ez ê xwe bavêjim tor û bextê Helakêrê file, vî hekîmî
Bêjim li bextê te û Xwedê me, birînên Bavê Fexriya bikewîne
Ber û memikên min evdala Xwedê
Ji birînên Bavê Fexriya re
Bike melhema li ser birînê
Bavê Fexriya, heyran, bejna te ziraz e ji xoxa xemilandî
Min rojê sê car pê girtî ji eşqa dilê rezîl
Bi ser xwe de daweşandî
Rabe sala îsal bi destê min xemşê, min karxezalê
Ji xwe re bigire birevîne
Bavêje Xeta Sûrî nav Erebên lêvleqandî

Bavê Fexriya, heyran, çem û çemê Bişêriye
Zozan xweş e li arzem îro, li koçeriyê
Çi qas zewaca bidil xweş e
Li mala bavê, li ser hêwiyê
Bi destê min xemşê, min karxezalê
Ji xwe re bigire birevîne bibe li ser hêwiyê

Bavê Fexriya, heyran çem û çemê Bişêriyê
Kelekvanan kelekê berdane dûv gemiyê
Ji xêra mala xweziyê Xwedê re
Hikûmeta Cimûriyetê fermana min jî rakira
Ez ê çend salekan bir Bavê Fexriya re
Bi mehkûmê serê çiyê
Min ê pê re serê xwe daniya
Li ser dara mîrata modoliyê (cûreyeke tifingê)

Bavê Fexriya, heyran, dora kaniyê dora min e
Bila serê heft bavên min bixwe
Zendê min tev bazin e
Ez çi bikim cêrê avê li milê min e
Bavê Fexriya, kekê Yaho, torine Mala Ezo
Li binya kaniyê tî ye, ji xwe re li hêviya min e
Tirsa min heye ji wê tirsê
Yekî derbeke lê xe bejn û bala
Bavê Fexriya, heyran, çem û çemê Omeriya
Binêre ji xwe re li Sûriyê, li keriyê berx û miya
Min dît şeva nîvê şevê, destekî sar ê cemidî
Li nava taxima sîng û berê min geriya
Min got qey Bavê Fexriya bi xêr û silamet
Ji Xeta Sûrî, ji mehkûmiyê, ji firariyê
Li ser çavên min ve dageriya
Min nizanîbû 'Keçika Şevê' bû, bi min keniya!
Views: 948 | Added by: volongoto | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Name *:
Email *:
Code *:
Search

Calendar
«  August 2011  »
SuMoTuWeThFrSa
 123456
78910111213
14151617181920
21222324252627
28293031

Entries archive

Site friends
  • bedava site yapimi

  • AGAHI
    Newroz Piroz Bè
    Tavsançali.ucoz.com
    Panoya Agahi
    Céjna Qurbanè Piroz Bé



    Tavsançali.ucoz.com
    Copyright MyCorp © 2024